Li Esfehanê teqînek di bargeheke Pasdarên Îranê derket: Kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Teqînek li baregeheke leşkerî ya Supaya Pasdarên Îranê ya li parêzgeha Esfehanê rû da û di teqînê de kuştî û birîndar hene.

Beşa Têkiliyên Giştî ya Pasdarên Îranê li parêzgeha Îsfehanê ragihand: Li Esfehanê di kargehekê de teqînek ji ber gazê derket, endamekî Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê hat kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve, Radyoya Farda li zarê Berpirsê Pêwendiyên giştî yê Pasdarên Îranê Ramazan Şerîf ragihand, di teqînê de 15 endamên artêşê hatin kuştin.

Diyar kir jî, ew teqîn ji ber rêkxistina çek û alavên serbazî di nav baregehê de derketiye. Li gor Ramazan Şerîf, di wê teqînê de çend endamên din ên Pasdarên Îranê birîndar bûne.

Berpirsê Pêwendiyên giştî yê Pasdarên Îranê got jî, tîmeke taybet ji pisporan lêkolînê li ser sedema teqînê dike û kesên xemsar bûne jî dê bên cezakirin.