Çar welat li ser projeya “Rêya Geşepêdanê” li Stenbolê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Stenbol îro mêvandariya lûtkeya navdewletî ya ji bo gotûbêjkirina projeya “Rêya Geşepêdanê” dike. Projeya ku berpirsên Tirkiye, Îmarat, Iraq û Qeterê tê de beşdar in, armanc dike ku bendera Besra ya Iraqê û Kendava Erebî bi Tirkiye û derve ve girê bide.

Biryar e wezîrên wan welatan îro 29ê Tebaxê li Koşka Serokomariyê ya Dolmabahçe Saray ya Stenbolê bicivin û di derbarê projeyê de biryarên girîng bên girtin ku veberhênanên w  bi qasî 20 milyar dolar tê texmînkirin.

Projeya Rêya Geşepêdanê di serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a meha Nîsanê ya bo Bexda û Hewlêrê de hatibû pesendkirin. Bi vê projeyê dê Bendera Fawê ya Besrayê ku hê di bin înşaetê de ye, dê bi rêya 1275 kîlometre rê û tora trênê bi Tirkiyeyê ve were girêdan.

Pirojeyê Rêya Geşepêdanê, di nav 11 parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê re derbas dibe, ji rêya bejahiyê, hêlên hesin û benderên avê pêk tê, ji Kendava Erebî di nav Iraq û Herêma Kurdistanê re derbas dibe, heta digehe Tirkiyeyê û ji wê derê jî ber bi Ewropayê ve diçe.

Di Nîsana sala borî de, di navbera Îmarat, Iraq, Tirkiye û Qeterê de peymaneke çaralî ji bo hevkariyê di projeya Rêya Geşepêdana Stratejîk de hatibû îmzekirin.

Tê plankirin ku proje di sê qonaxan de biqede, ya yekem di sala 2028 de, ya duyem di sala 2033 de û ya sêyem jî di sala 2050 de temam dibe.

Fly Erbil Advertisment