Tevî alingariyan, Mesrûr Barzanî li ser pêşxistina kertê perwerdeyê berdewam bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Tevî qeyrana darayî, pejîka Koronayê û çend alingariyên din, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser avêtina pêngavan ji bo pêşxistina kertê perwerdeyê li Herêma Kurdistanê berdewam bû. Ji bo vê meremê jî, ji destpêka Kabîneya Nehê heta niha bi dehan biryar ji bo pêşxistina wî kertî derxistine.
Damezrandina mamostayên wanebêj
Yek ji biryarên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ku xiznmeta kertê perwerde û fêrkirinê dike û bi dehan hezar kes dilxweş kirine damezrandina zêdetirî 40 hezar mamostayên wanebêj ên Wezareta Perwerdeyê û Wezareta Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî bû bi awayê girêbesta herdemî.
Vê biryara mamostayên wanebêj gelek dilxweş kirin û wan rêz û spasiyên xwe pêşkêşî Serokwezîr Mesrûr Barzanî kirin û got, “Serokwezîrê me selimand ku xemxwerê kertê perwerde û fêrkirinê ye û di eynî demê de dilsozê mafên mamostayan e.”
Çapkirina kitêbên nû ji bo sala nû ya xwandinê
Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo sala nû ya xwandinê (2024-2025), bi gojimê zêdetirî 24 milyar dînaran, 19 milyon û 768 hezar kitêb ji bo hemî pişkên xwandinê (zanistî, wêjeyî, pîşeyî û xwandina Îslamî) çap kirine.
Awayê nû yê dîjîtalî ji bo amadekirin û çapkirina kitêbên hatiye bikaranîn û tevaya wan li Êmaratê hatine çapkirin. 57 cûnên kitêban bi dîzayn û naverokê nû hatine amadekirin û çapkirin û pêşkêşî xwendekar û mamostayên dibistanên Herêma Kurdistanê tên kirin.
Çêkirina ode û dibistanên nû
Bi merema berfirehkirina jêrxaneya perwerdeyê û nehêlana sîstema dudewamî û sêdewamî li nav dibistan û navendên xwandinê li Herêma Kurdistanê, Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend ode û dibistanên nû çê kirine û hejmareke din jî di qonaxa temamkirinê de ne.
Di dema Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi awayekî giştî, zêdetirî 195 avahiyên nû ji bo kertê perwerde û fêrkirinê li Herêma Kurdistanê hatine çêkirin û hezar û 503 dibistan hatine nûjenkirin. Di encama vê de jî, cihê nû yê xwandinê ji bo zêdetirî 100 hezar xwendekaran di kertê hikûmî de hatiye kirin.
Vegerandina xwendekarên veqetiyayî ji bo piroseya xwandinê
Vegerandina xwendekarên veqetiyayî ji ber her sedemekê be ji bo piroseya xwandinê yek ji armancên serekî yên Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Li dû datayên Wezareta Perwerdeyê, di dema Kabîneya Nehê de zêdetirî 26 hezar kesan li bajarên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê ji bo xwandinê hatine vegerandin.
Ragehandina pilatformên girêdayî xwandinê
Pilatforma “kitêbxane û rahênan”ê
Wezareta Perwerdeyê li serdema Kabîneya Nehê pilatforma “kitêbxane û rahênan”ê bi merema amadekirina mamostayan û tomarkirina datayên dibistanên hikûmî û nehikûmî yên Herêma Kurdistanê ragehandiye.
Li dû datayên Wezareta Perwerdeyê, datayan bi dehan hezar mamosta û bi hezaran dibistanên hikûmî û nehikûmî di pilatforma “kitêbxane û rahênan”ê de hatine tomarkirin û di pilana wê wezaretê de ye ku, wê pilatformê zêdetir pêş bixe.
Pilatfoma Kitêbxaneya Eliktironî (E-ktebxana)
Bi merema zêdetir giringîdana bi xwandinê ji bo mamosta û xwendekaran, Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pilatforma Kitêbxaneya Eliktironî (E-ktebxana) damezrandiye.
Pilatforma “E-EZAN”ê
E-XEZAN pilatformek e ji bo malbata Kurdî ji bo giringîdana bi zarokên wan û perwerdekirina wan, bi rêya girafîk û nivîsîna enîmeyşinan ji bo arastekirina wan bi zarokên wan re, bi hevpariya UNICEF û fêrgeha Biradostê hatiye çêkirin.
Pilatforma “E-BALAXANA”yê
Ev pilatform ji bo dîjîtalkirina wan avahiyên perwerdeyê hatiye amadekirin ên ku di Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatine çêkirin û nûjenkirin an jî tên berfirehkirin, herwesa hemî ew erdên ji bo perwerdeyê hatine terxankirin li tevaya Kurdistanê dîjîtal dike.
Bilindkirina kalitiya xwandinê
Li ser astê kalitiya xwandinê, Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê desteya Bawerîdanê li ser pêşniyar û daxwaza Serokwezîr Mesrûr Barzanî damezrand, ku standardên guncayî ji bo pirose û bernameyên xwandinê li Herêma Kurdistanê dadine.
Xelatkirina mamosta û xwendekaran
Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehandiye, her mamostayekî zêdetirîn xwendekaran ji bo xwandinê pal bide wekî mamostayê piştevanê xwandinê yê salê serederî pê re tê kirin û tê xelatkirin.
Li dû wê biryara Wezareta Perwerdeyê, her xwendekarekê li ser astê dibistanê zêdetirîn kitêban bixwîne jî ji aliyê birêveberê dibistana xwe ve tê xelatkirin.
Bikaranîna sîstema enerjiya rojê ji bo dibistanan
Di Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, kareb bi sîstema enerjiya rojê ji bo 60 dibistanan hatiye dabînkirin, ku xerciyên 33 ji wan dibistanan li ser budceya Rêkxistina UNICEFê bû.
Perwerdeyê pilan danaye ku kareba 72 dibistanên din jî li ser budceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike sîstema enerjiya rojê.
Xwendekarên rizgarbûyîyên destê DAIŞê vedigerin ser xwandinê
Li ser biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku rizgarbûyîyên pêla teroristên DAIŞê ku navên wan di lîsta rizgarbûyîyan de hatine tomarkirin û ji xwandinê veqetiyane, tevaya hêsankariyan jê re bên kirin ji bo ku dest bi xwandinê bikin.
Di çarçoveya biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî de, ev ferman hatine derxistin:
1. Birêveberiyên giştî yên parêzgeh û îdareyên serbixwe bi xwe serperiştiya lijneyeke taybetmend ji bo wî warî bikin, li parêzgeha Dihokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê ji ber ku piraniya rizgarbûyîyan li sinorî dimînin.
2. Tevaya desthilatan ji bo derxistina ji mercên emrî pêşkêşî birêveberiyên giştî yên parêzgeh û îdareyên serbixwe ji bo mijara amajepêdayî tên kirin, bi merema vegerandina rizgarbûyîyan ji bo ser xwandinê.
3. Hemî ew rizgarbûyîyên ku pola nehê ya bineretî temam kiriye lê paştir keftine destê DAIŞê ji xwandinê veqetiyane, û piştî azadkirina wan jî emrê wan ê qanûnî derbaz bûye, bi biryara Wezareta Perwerdeyê, ew hemî ji şertan tên efûkirin û dikarin li her peymangehek hikûmî ku bixwazin bixwînin.
4. Hemî rizgarbûyîyên destê DAIŞê yên ku navên wan di lîsta rizgarbûyîyan de hatine tomarkirin û derçûyên pola nehê ya bineretî bin, maf heye bê bernaber her pênc salên xwandinê li hemî peymangehên taybet bixwînin.