Îraq lêkolînan li ser xistina drona Kerkûkê dike

Kerkûk
Kerkûk

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandeya Operasyonên Hevpar amajeyê dide, Bergiriya Asmanî ya Îraqê li serê sibeha îro dronek li kertê Fermandeya Operasyonên Kerkûkê destnîşan kir û piştî çavdêrîkirina wê ji aliyê tevaya dezgehên ewlehiyê yên wî bajarî ve jî, lêkolîn li ser wê hatin kirin.

Şaneya Ragehandina Ewlehiyê ya Fermandeya Operasyonên Hevpar îro (Pêncşem, 29.08.2024) ragehand, “Li seet 09:30 ê serê sibeha îro, Bergiriya Asmanî ya Îraqê dronek li kertê Fermandeya Operasyonên Kerkûkê destnîşan kir û piştî lidûçûn û zanîna rêya wê û gehiştina wê ji bo navenda bajarê Kerkûkê, ku çend bingehên hikûmetê û navendên aborî û armancên giring lê hene, tevaya dezgehên ewlehiyê li ser wê hatin haydarkirin.

Şaneya Ragehandina Ewlehiyê ya Fermandeya Operasyonên Hevpar amaje jî da, “Piştî haydarkirina tevaya dezgehên ewlehiyê yên Kerkûkê, herwesa zanyar li ser wê dronê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî jî ve hatine piştrastkirin û ron bû ku balafireke nenas e.

Şaneya Ragehandina Ewlehiyê ya Fermandeya Operasyonên Hevpar ron jî kir, “Li seet 10:30 ê sibeha îro têbînî hat kirin ku ew dron li nav Kerkûkê keft xwarê û diyar bû ku drona Tirkiyeyê bû û tîmeke karê teknîkî ji Belgenameya Tawanan û Bergirya Asmanî û Xwedîtiya Dronan bi merema zanîna sedemên keftina wê û rewşa wê rûdanê hat pêkanîn.”

Ew dron li nêzî seet 11:00 berî nîvroya îro (Pêncşem, 29.08.2024) hat êxistin û bû sê perçe; perçeyek li taxa Tisînê li ser cadeya Qudsê, perçeyek li nav hewşa malekê û perçeyeke din jî li taxeke din a bajarê Kerkûkê keftiye xwarê.

Cîgirê Serokê Berevaniya Asmanî li Bakurê Iraqê Lîwa Ebdulselam Hemûdî ji K24ê re got, drona li Kerkûkê hatiye xistin ji cûnê “Anka” ya Tirkiyeyê ye.

Lîwa Ebdulselam Hemûdî da zanîn jî, ew dron ji aliyê Silêmaniyê ve derbasî asmanê Kerkûkê bûye û ji Berevaniya Asmanî ya Federal destûr wernegirtiye, lewma wan ew xistiye xwarê.

Navbirî diyar jî kir, ji encama xistina dronê karkerek birîndar bûye û bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin. Herwiha zirar gihîştiye mala welatiyekî jî.

Heta niha Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê di derheqa xistina wê dronê de, ti daxuyaniyeke fermî nedaye.