Bereyê Tirkmenî tevlî Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê nabe

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber stemlêkirina wan di Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê de, Bereyê Tirkmenî rûniştinên parêzgeha Neynawayê jî boykot kirin û li ser wê yekê rijd in ku lihevkirina hotela Reşîdê ya Bexdayê ji bo pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê neqanûnî ye.
Tirkmen roj bi roj li ser helwestên xwe li bernaberî Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê rijdtir dibin û red dikin ku bi çi awayan tevlî wê hikûmeta xwecihî bibin, ya ku li 10ê Tebaxê li hotela Reşîdê hatiye pêkanîn, heta ji ber wê stema ku di pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê de li wan bûyî Civata Parêzgeha Neynawayê jî boykot kir.
Wesa diyar e ku Tirkmen li beranberî bêparkirina ji Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê destan danahêlin, nûtirîn pêngava wan civîna kesatiyê diyar ê Tirkmenên Îraqê, Hesen Toran, Serokê Bereyê Tirkmenî û Erşed Salihî bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Noh Yilmaz re bû, ku li dû ragehandina wê civînê, danûstandin li ser rewşa Kerkûkê kirine.
Ji aliyekî din ve Qehtan Mendawî yê Serkirde di Bereyê Tirkmenî de careke din rijdbûna bereyê xwe li ser boykotkirina rûniştinên Civata Parêzgeha Kerkûkê tekez kir û got, “Ya ku li roja 10ê Tebaxê qewimî neqanûnî bû, em tevlî hikûmeteke xwecihî nabin ku bi awayekî neqanûnî hatibe pêkanîn.” Amaje jî da, “Em li benda biryara Dadgeha Federalî ne.”
Herwesa çend çavkaniyan ew yek jî eşkere kir ku, Bereyê Tirkmenî ji ber wê stema ku li Kerkûkê li wan bûyî rûniştinên Civata Parêzgeha Neynawayê jî boykot kirine, xasma ku li vê dawiyê Bereyê Tirkmenî tevlî du civînên Civata Parêzgeha Neynawayê nebû, lewma jî wê civatê rêjeya qanûnî ji bo rûniştinê temam nekir.
Helwestên yek li dû yekê yên tund ên Bereyê Tirkmenî li beranberî pêkanîna Hikûmeta Xwecihî ya Kerkûkê û boykotkirina wê piroseyê di demekê de ne ku, zêdetirî carekê Parêzgerê Kerkûkê yê nû Rêbwar Teha daxwaz ji Bereyê Tirkmenî kiriye ku biçe pal wan û postên xwe li Civata Parêzgeha Kerkûkê werbigire.
Şeva Şemî, 10.08.2024, bê tevlîbûna PDK, Bereyê Tirkmenî û hejmareke endamên Ereb ên Civata Parêzgeha Kerkûkê li Bexdayê, Parêzgerê Kerkûkê û Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin. Rêbwar Teha wekî Parêzgerê Kerkûkê û Mihemed Hafiz jî wekî Serokê Civata Parêzgeha Kerkûkê hatin hilbijartin.