Komîteya Navendî ya PDKê: Nabe cudahiyên me li ser hisaba qewareya Herêma Kurdistanê û jiyara xelkî bin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi serperiştiya Serok Barzanî, Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê civîneke berfireh kir û ragehandina wê civînê jî parve kir.
Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro (Pêncşem, 29.08.2024) bi serperiştiya Serok Barzanî civîneke berfireh kir û li ser hilbijartinan tekez li ser birêveçûna piroseyeke pakij û zelal kir, herwesa daxwaz ji xelkê Kurdistanê kir ji bo pirkirina valahiya desthilatêa danana qanûnê çavdêrîkirinê û hilbijartina perlemaneke çalak ku li astê çavdêrî û heza xelkê Kurdistanê be, tevlî hilbijartinan bibin.
Herwesa Komîteya Navendî ya PDKê tekez dike ku PDK gelek bi şiyarî û hûrbînî pêngavan ji bo parastina berjewendiyên bilind û qewareya Herêma Kurdistanê diavêje û di ragehandina wê de hatiye, “Di vî warî de tevaya peywendiyên navxweyî û herêmî û navdewletî di xizmeta verevandina metirsiyan e û bizav e ji bo dabînkirina ewlehiyê û dûrxistina encamên xirab ên wan aloziyan li Herêma Kurdistanê ne.”
Wê ragehandinê di derheqa arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de amaje daye, “Ev civîn tekezê li ser bicihanîna destûr û lihevkirinan dike û piştevaniya Hikûmeta Federalî dike ji bo bixemwergirtina vê mijarê û çi dî ev mijar neyê paşxistin, wekî ku biryar li ser hatiye dan û budceya Herêma Kurdistanê di dema xwe de bê şandin.”
Komîteya Navendî ya PDKê herwesa li ser rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê ragehand, “Ji ber ku hilbijartin li pêşiya Herêma Kurdistanê ne, ji hemî deman pêdivîtir e li ser bingeha parastina berjewendiyên bilind û destkeftî û mafên gelê me û parastina dezgehên destûrî û qewareya Herêma Kurdistanê yekhelwest û teba bin, derfet neyên çêkirin ku nehez û li dijî mafên me feydeyî werbigirin û zirar bigehe Herêma Kurdistanê. Nabe ku cudahiyên me li ser hisaba qewareya Herêma Kurdistanê û desthilatên wê yên destûrî û maf û jiyara xelkê Herêma Kurdistanê be, gel û niştîman ji cudahiyên me li pêştir û pîroztir in.”
Herwesa wê civînê piştevaniya xwe ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir û piştevaniyê ji bo pêngavên wan ji bo çarekirina arêşeyan, herwesa ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê.