Hejmara kuştiyên Xezzeyê gehişt 40 hezar û 602 kesan

Xezze
Xezze

Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmara qurbaniyên êrîşên artêşa Israîlê li ser kertê Xezzeyê bilind bûye, di eynî demê de bizavên agirbestê jî li wî kertî berdewam in.

Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê duhî (Pêncşem, 29.08.2024) ragehand, ji ber êrîşên artêşa Israîlê li ser kertê Xezzeyê, hejmara kuştî û birîndaran li Xezzeyê roj bi roj zêdetir dibe û herwesa şêniyên wî kertî tûşî birsîtî û derdeseriyan bûne.

Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê amaje jî da, ji ber êrîşên berdewam ên Israîlê, hejmara kuştiyên Xezzeyê gehişt 40 hezar û 602 kesan. Herwesa hejmara birîndaran jî gehişt 93 hezar û 855 kesan. Ron jî kir ku, 70% ji qurbaniyan jin û zarok in.

Wezareta navbirî eşkere jî kir ku di 24 seetên borî de, 68 kes şehîd bûne û nêzî 100 kesên din jî birîndar bûne.

Çekdarên Bizava Hemasê li roja 07.10.2023ê êrîşeke berfireh kir ser Israîlê, di wê êrîşê de zêdetirî yek hezar û 400 Israîliyan hatin kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûn, herwesa 240 welatiyên Israîlî jî ji aliyê Hemasê ve hatin revandin.