Li Deryaya Sor dest bi rizgarkirina keştiya Sonionê hat kirin

Keştiya Sonionê dişewite
Keştiya Sonionê dişewite

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerîtiya Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor (ASPEDS) radigehîne, “Çi petrol ji keştiya Sonionê ya zirardîtî ku alaya Yûnanê li ser e nerêtiye nav Deryaya Sor. Operasyonên rizgarkirinê hatine destpêkirin lê agir hêşta li ser wê keştiyê heye, ew jî ji ber êrîşa Hûsiyan.”

Hûsiyan gelek êrîş kirine, yek ji wan jî danana bombekê li ser tankera Sonionê bû ku niha têk çûye, dirêjahiya wê keştiyên 274.2 metr e û nêzî yek milyon bermîlên petrolê hilgirtine.

Koma Hûsiyên Yemenê ragehand, rê daye tîmên hawarhatinê wê keştiyê rakêşin, ku ji 23ê Tebaxê heta niha dişewite.

Hûsiyan di dema helmeta xwe ya 10 mehî de, li dijî keştiyên bazirganî li Deryaya Sor û kendavê Edenê bi rêya dron û moşekan du keştî binav kirine, wekî dilsoziyekê ji bo gelê Filistînê li şerê Xezzeyê li dijî Israîlê.

ASPEDSê ji aliyê xwe ve soz da ku “hêsankariyan ji bo her operasyonekê” bike, bi hevahengiya desthilatdarên Ewropa û welatên cîran, ji bo ku qeyraneke jîngehî ya karesatbar çê nebe û tankera Sonionê ji şewitînê rizgar bike.

Cîgira Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê Sabrina Singh ragehand, bermîlên petrola xav li nav keştiya Sonionê wekî xwe mane, tenê hinek ji petrolê nebe ku ji wê para wê keştiyên derketiye ya ku hatiye armanckirin.

Hûsiyan ji aliyê xwe ve biryar da ku rêyê bidin tîma hawarhatinê, ew jî piştî çend welatan nîgeraniya xwe ya mirovî û jîngehî li ser wê rûdanê diyar kirî.

Mimkin e ev pêngav ji bo nehêlana rêtina nêzî 150 hezar tonên petrola xav bo nav Deryaya Sor alîkar be, ku dê bandoreke karesatbar li ser jîngehê hebe.

Fly Erbil Advertisment