Israîlê erebeyeke Rêkxistina Bernameya Xwerakî ya Cîhanî kir armanc

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Balyozê Amerîkayê li Neteweyên Yekgirtî radigehîne, “Israîlê Amerîka haydar kiriye ku di pêdaçûna destpêkî de gehiştiye wê encamê ku “ji ber şaşîtiyeke peywendiyê” di navbera yekîneyên serbazî yên Israîlê de, teqe li erebeyeke Rêkxistina Bernameya Xwerakî ya Cîhanî li kertê Xezzeyê kiriye.

Cîgirê Balyozê Amerîkayê li Neteweyên Yekgirtî Robert Wood di civîna Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî de di derheqa Xezzeyê de got, “Daxwaz ji me kir ku rasterast arêşeyên nav sîstema wan çare bikin, bi rêyên pêdivî ji bo piştrastbûna ji wê yekê ku artêşa Israîlê careke din teqeyê li kitekesan neke.”

Rêkxistina Bernameya Xwerakî ya Cîhanî li roja Çarşemê çalakiyên xwe li seranserî kertê Xezzeyê ji bo demekê rawestandin û ragehand, “Ji ber êrîşa Israîlê bo ser karmendên me, bi kêmî ve 10 fîşek bi erebeyeke me ketine ku bi awayekî eşkere logoya rêkxistina me li ser bû, ew jî piştî ku nêzî xaleke serbazî ya Israîlê bû.”

Wê rêkxistinê di beyannameyekê de ragehand, “karwanekî du zirx çend razîbûn ji desthilatdarên Israîlê wergirtine ji bo nêzîkbûnê li xaleke pişkinînê li ser pira Wadî Xezzeyê. Teqe li erebeyeke Rêkxistina Bernameya Xwerakî ya Cîhanî kiriye û fîşek bi yek ji erebeyan ketine, lê zirar negehiştiye çi kesekî.”

Piştî êrîşa çekdarên Hemasê bo ser başûrê Israîlê li roja 07.10.2023ê, artêşa Israîlê êrîşeke wêranker bo ser kertê Xezzeyê dest pê kir. Li dû amarên fermî yên kertê Tendirustiyê yê Filistînê, heta niha li kertê Xezzeyê zêdetirî 40 hezar kesan hatine kuştin û 93 hezar kesên din jî hatine birîndarkirin, ku 70% ji qurbaniyan jin û zarok in.