Li Germiyanê 2 polîsên Iraqê kuştî hatin dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Germiyanê termê du polîsên federal hatin dîtin û sedema kuştina wan ne diyar e.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê îro 31ê Tebaxê danê piştî nîvro termê 2 polîsên federal li navçeya Qeretepe dîtin ku hatibûn kuştin.

Jêderekî ji Polîsa Diyaleyê ji K24ê re ragihand: “Ew du polîs xelkê navçeya Ducêl a ser bi parêzgeha Tikrîtê ve ne.

Heman çavkaniyê ji K24ê re got, derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin û heta niha sedema kuştina wan ne diyar e.

Nahiya Qeretepe girêdayî navçeya Kifrî ya ser bi Îdareya Serbixwe ya Germiyanê ye.

Fly Erbil Advertisment