Hejmara kuştiyên Xezzeyê gehişt 40 hezar û 786 kesan
Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmara qurbaniyên êrîşên artêşa Israîlê li ser kertê Xezzeyê berdewam bilind dibe, herwesa bizav ji bo agirbestê li wî kertî berdewam in. Li nav Hikûmeta Israîlê jî di derheqa revandiyan de qerqeşeyeke tund heye û xwenîşandan tên kirin.
Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê îro (Duşem, 02.09.2024) ragehand, “Ji ber êrîşên artêşa Israîlê li ser kertê Xezzeyê, hejmara kuştî û birîndaran li Xezzeyê roj bi roj zêdetir dibe, herwesa şêniyên wî kertî tûşî birsîtî û derdeseriyan bûne.”
Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê amaje jî da, “Ji ber êrîşên berdewam ên artêşa Israîlê, hejmara kuştiyan gehişt 40 hezar û 786 kesan, herwesa hejmara birîndaran jî gehişt zêdetirî 94 hezar û 244 kesan.” Ron jî kir, “70% ya qurbaniyan jin û zarok in.”
Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê eşkere jî kir, “Di 48 seetên borî de, 48 kes hatine kuştin û zêdetirî 70 kesên din jî birîndar bûne.”
Çekdarên Bizava Hemasê li roja 07.10.2023ê êrîşeke berfireh kir ser Israîlê, di wê êrîşê de zêdetirî yek hezar û 400 Israîliyan hatin kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûn, herwesa 240 welatiyên Israîlî jî ji aliyê Hemasê ve hatin revandin.
Piştî êrîşa çekdarên Hemasê bo ser başûrê Israîlê li roja 07.10.2023ê, artêşa Israîlê êrîşeke wêranker bo ser kertê Xezzeyê dest pê kir. Li dû amarên fermî yên kertê Tendirustiyê yê Filistînê, heta niha li kertê Xezzeyê zêdetirî 40 hezar kesan hatine kuştin û 93 hezar kesên din jî hatine birîndarkirin, ku 70% ji qurbaniyan jin û zarok in.