Civata Nûnerên Îraqê xişteya rûniştina sibe parve dike

Civata Nûnerên Îraqê
Civata Nûnerên Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Nûnerên Îraqê sibe seet 01.00 ê piştî nîvro rûniştina xwe ya asayî dike û tê de xwandinê ji bo çend pirojeyan dike û deng li ser çend pirojeyan jî dide.

Civata Nûnerên Îraqê îro (Duşem, 02.09.2024) xişteya rûniştina sibe (Sûşem, 03.09.2024) parve kir, ku tê de xwandin ji bo çend pirojeyan tê kirin û li ser çend pirojeyan jî deng tê dan.

Li dû wê xişteyê, deng li ser pirojeqanûna dubare vegerandina erd û avahiyan ji bo wan kesan tê dan ên ku keftine ber hin biryarên “Civata Serkirdetiya Şoreşê ya hilweşandî”. Herwesa deng li ser pirojeqanûna bikirêdana erdê çandinê jî tê dan.

Ji aliyekî din ve jî xwandin ji bo pirojeqanûna duyê ya edilandina barê kesî ya hejmar 188 a sala 1959ê û her du madeyên yekê û dehê tê kirin.

Herwesa xwandina yekê ji bo madeya 20ê ya pirojeqanûna nehêlana “veşartina bi zorî” tê kirin. Bi eynî awayî xwandina temamkariyê ji bo madeya 197ê ya pirojeqanûna parastina xwedîtiya hizirî tê kirin.