Serokwezîr Mesrûr Barzanî li HİTEX 2024 piştgiriya xwe ya ji ciwanan re tekez kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dema beşdariya Pêşangeha Navdewletî ya Teknolojiyê ya Hewlêrê (HITEX 2024) de, destxweşî li ciwanên xwebexş kir û piştgiriya xwe ji bo wan tekez kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 3ê Îlonê 5emîn Pêşangeha Navdewletî ya Teknolojiyê ya Hewlêrê (HITEX 2024) vekir, ku bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê birêve diçe.
Piştî vekirinê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana beşên cuda yên Pêşangeha Hitex kir û berhemên nû yên çend kompaniyên teknolojiya navxweyî û biyanî taqî kirin.
Di serdana xwe ya bo beşên cuda yên ji pêşangehê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştevaniya xwe bo ciwanên Herêma Kurdistanê tekez kir û di nivîsekê li ser pêgeheke eliktironî de, destxweşî li hemû ciwanên xwebexş kir ku kar ji bo organîzekirina Pêncemîn Pêşangeh û Konferansa Hitex kirine.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî Ji destpêka destbikarbûna xwe wek Serokwezîr ve, piştgirekî xurt ê ciwanên Herêma Kurdistanê bûye. Bi rêya gelek projeyên stratejîk, kar ji bo peydakirina derfetên kar ji bo ciwanan û pêşxistina karînan wan kiriye.