Hiquqnas: Barê darazê bi sedema çaresernebûna pirsa kurd giran e

Diyarbekir (K24) – Di destpêka serdema nû ya darazê li Tirkiyeyê de hiquqnasan 2 bangên girîng kirin; yek çareseriya pirsa kurd e ya duyem jî çêkirina makezagonek sivîl û demokratîk bû ku hat amajekirin eger ev gavên girîng werin avêtin dê li Tirkiyeyê bi awayeke berçav barê darazê jî siviktir bibe ku niha bi milyonan dosya ketine ser hev.

Bi boneya destpêkirina serdema nû ya dadê ji aliyê Baroya Diyarbekirê ve li ber avahiya dadê ya Diyarbekir daxuyaniyek bo çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku divê dadperwerî were cîbicîkirin, aştî were pêkanîn û serweriya hiquqê belav bibe. Baroya Diyarbekir balê dikêşe ku bi lezgînî pêdiviya Tirkiyeyê bi çêkirina makezagonek sivîl û demokratîk heye û dema makezagonek sivîl û demokratîk hat amadekirin divê bêkêmasî were cîbicîkirin jî.

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren ji K24ê re got: “Em dixwazin makezagonek sivîl û demokratîk were amadekirin, divê makezagonek li gorî serê xwe hatî amadekirin daneynin pêşiya me, divê makezagonek wisa were amadekirin ku hemu pirsgirêkan çareser bike.”

Hiquqnasên Bakurê Kurdistanê bal kêşandin ku yek ji mijarên ku barê darazê giran dike û dibe sedem ku di qada hiquqî de pirsgirêk kurtir bibin çaresernebuna pirsa kurd e ku divê berî her tiştî li Tirkiyeyê pirsa kurd were çareserkirin.

Hiquqnas Sedat Yurttaş dibêje: “Bêşik giranbûna barê darazê çaresernebûna pirsa kurd e. Her çiqas pirsgirêka kurd kûrtir dibe barê darazê jî ewqas giran dibe, 50 sal in em hiquqnas ji bo ku vê yekê tekoşînê didin.”

Di sala 2023yan de bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa 68 hezar û 450 serîlêdan çûne ku 23 hezar û 397ê wan ji Tirkiyeyê çûne. Tirkiye dixwaze hiquqa navxweyî barê darazê sivik bike, di ya navneteweyî de jî bibe wesîlê serîlêdanên ji Tirkiye diçin kêm bibe.

Fly Erbil Advertisment