Qamişlo.. Teqînek di girtîgeha gundê Um El-Fursan de çêbû

Navenda Nûçeyan (K24) – Di hewşa girtîgeha gundê Um El-Fursan a li rojhilatê bajarê Qamişlo de teqînek çêbû, lê heta niha sedema teqînê nehatiye zanîn.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, îro 3ê Îlonê otomobîla berpirsekî asayişê di hewşa girtîgeha gundê Um El-Fursan de hat armanckirin.

Amaje bi wê jî, ew berpirsê asayişê di teqînê de hat kuştin.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, di heman dema teqînê de, droneke artêşa Tirkiyeyê li asmanê deverê digeriya.

Hêzên Asayîşê derdora girtîgehê dorpêç kirin û heta niha ti daxuyanî ji aliyê ve nehatiye dayîn.