Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê nû yê Tirkiyeyê li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 3ê Îlonê pêşwazî li Balyozê nû yê Tirkiyeyê li Iraqê Anîl Bura Înan kir.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê de hatin gotûbêjkirin û Balyozê nû yê Tirkiyeyê li Iraqê kêfxweşiya xwe nîşan da ku wek Balyoz li Iraqê dest bi kar kiriye bi Serok Barzanî gihand. Herwiha daxwaza welatê xwe bo berfirekirina peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê aborî, bazirganî û hevahengiya di navbera her du aliyan de, tekez kir.

Balyozê nû yê Tirkiyeyê li Iraqê bi hûrî behsa kuştina geştyarekî Herêma Kurdistanê li Tirkiyeyê kir, serxweşî û hevxemiya xwe gihand Serok Barzanî û xizmên wî qurbanî û ragihand, aliyên pêwendîdar ên Tirkiyetê bi temamî li ser bûyerê lêkolîn kirine û tedbîrên qanûnî hatin girtin û hemû kiryar hatine girtin û dê cezaya xwe werbigirin.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Balyozê nû yê Tirkiyeyê li Iraqê xwast û tekezî li ser pêşxistina peywendiyan û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de kir.