Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Yekîtya Ewropayê li Îraqê dike

Mesrûr Barzanî û Thomas Seiler
Mesrûr Barzanî û Thomas Seiler

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Yekîtya Ewropayê li Îraqê dike, û pê re danûstandinan li ser çaksaziyên Kabîneya Nehê di warên darayî û sîstema bankê û berhingarbûna gendelî û bîrokrasiyê û rêgirtina li pûçkirina samanên giştî de dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 03.09.2024) pêşwaziya Balyozê Yekîtya Ewropayê li Îraqê Thomas Seiler kir.

Di wê hevdîtinê de ku Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê Rado Botum jî tê de amade bûbû, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser zêdetir bihêzkirina peywendiyên dualî li hev guhertin.

Herwesa danûstandin li ser çaksaziyên Kabîneya Nehê di warên darayî û sîstema bankê û berhingarbûna gendelî û bîrokrasiyê û rêgirtina li pûçkirina samanên giştî de hatin kirin.

Her du alî li ser giringiya pêşxistina alîkarî û hevahengiyê pêxemetî rûbirûbûa terorê hevnerîn bûn.