Hêzeke komando bi ser Baregayê Mela Bextyar de digire

Mela Bextyar
Mela Bextyar

Navenda Nûçeyan (K24) - Seet 05:00 ê êvara îro (Pêncşem, 05.09.2024) hêzeke komando bi ser Baregayê Siyasetmedar û Rewşenger Mela Bextyar û Dezgeha Rewşengerî ya Çawdêrê û Bingeha Rewşenbîrî ya Gelawêjê li Girê Endazyaran li Silêmaniyê de digire.

Wê hêzê zêrevanên Dezgeha Çawdêrê dûr xistin û destê xwe dana ser tevaya kelûpelên wê dezgehê.

Tora Navendî ya Çawdêrê ragehand, “Em wekî Tora Navendî ya Rewşengerî ya Çawdêrê wê kiryarê şermezar dikin û vî karî wekî pêşhateke metirsîdar li ser azadiya nivîsînê, azadiya dîtin û nerînan û azadiya wijdanê dibînin.”

Ji aliyekî din ve Mela Bextyar li seet 08:00 ê îşev peyamek di derheqa biserdagirtina wê hêza komando bo ser barega û Dezgeha Rewşenbîrî ya Çawdêrê û Bingeha Rewşenbîrî ya Gelawêjê belav kir.

Mela Bextyar di wê peyama xwe de got, “Kurên Mam Celal Talebanî hatine ser haziriyê û bi nexşe, pîlan û kudeta dest bi ser YNKê de girtiye.”

Navbirî herwesa got, “Du salan berî Kongireya Çarê ya YNKê, min hest pê kiribû ku YNK ber bi çewsandina hemî cûnên azadiyê ve diçe, herwesa ez pê hesiyabûm ku YNK hêdî hêdî henaseya ciwanî û serbestiyê bidawî tîne.”