Encûmenên wezarî yên aborî yên Kurdistan û Iraqê li Hewlêrê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmenên wezarî yê aborî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê îro li Hewlêrê civiyan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8ê Îlonê pêşwazî şandeke Encûmena Wezarî ya Aborî ya Iraqê bi serokatiya Serokê Encûmenê û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê, Fuad Husên kir.

Di civînê de, her du encûmenên wezarî yên aboriyê yên Iraq û Herêma Kurdistanê behsa birêvebirina deriyên sînorî, mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, mûçe, bûdce, rêgirtina li xalên kontrolê yên Iraqê ji hinardekirina berhemên cotkaran, bac û çend mijarên din tên gotûbêjkirin.

Cîgirê Serokê Banka Navendî ya Iraqê Dr. Emmar Xelef ji K24ê re ragihand, civîna her du encûmenên wezarî yên abûriyê li Hewlêrê, gaveke girîng û erênî ye ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî yên helawîstî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.