Li Kobanê otomobîlek hat teqandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Droneke artêşa Tirkiyeyê otomobîlek li bajarê Kobanê kire armanc û di encamê de kesek birîndar bû.
Mesdyaya nêzîkî HSDê belav kir, Droneke Tirkiyeyê otomobîlek li nêzî xala kontrolê ya li Kobanê bombebaran kir û di encamê de welatiyê bi navê Azad Elî birîndar bû.
Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, otomobîla fermandarekî HSDê li bajarê Kobanê teqiya û heta niha nayê zanîn ew ji aliyê dronekê ve hatiye armanckirin, yan mînek pê de teqiya ye.
Lê Rewangehê amaje bi wê kir, di dema teqîna otomobîlê de, dronek li asmanê Kobanê digeriya.
Di van demên dawîn de, êrîşên Tirkiyeyê bi rêya dronan li ser navçeyên cuda ên Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di destê HSDê zêde bûne.