Herêma Kurdistanê: Rûniştina civatên wezarî yên aborî yên Îraq û Herêma Kurdistanê erênî bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Rûniştina îro ya navbera civatên wezarî yên aborî yên Îraq û Herêma Kurdistanê erênî bû, herwesa hevfêmkirineke baş li ser gelek pirsan hebû.”
Çavkaniyekê ji Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 08.09.2024) ji K24ê re eşkere kir, “Rûniştina îro ya navbera civatên wezarî yên aborî yên Îraq û Herêma Kurdistanê erênî bû, herwesa hevfêmkirineke baş li ser gelek pirsan hebû.
Wê çavkaniyê herwesa ragehand, “Rûniştin sibe jî dê berdewam bin û çend lijneyên hevpar ji her du aliyan hatine pêkanîn.”
Çavkaniya navbirî herwesa got, “Tewerekî serekî yê wê rûniştinê girêdayî mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bû.”
Her wê çavkaniyê ron jî kir, “Me daxwaz kiriye ku Wezareta Darayî ya Îraqê wî pereyê mayî ji bo mûçeyên Tîrmehê xerc bike, lê hêşta em negehiştine dawiyê û danûstandin berdewam in.”