Serokê Encûmena Aborî ya Iraqê ji K24ê re: Piraniya pirsgirêkan dê bên çareserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Encûmena Aborî ya Iraqê piştrast kir, di civînên xwe yên li gel Encûmena Aborî ya Herêma Kurdistanê de, dê piraniya pirsgirêkên hilawîstî çareser bikin.

Wezîrê Derve yê Iraqê û Serokê Encûmena Wezarî ya Aborî ya Iraqê Fuad Husên îro 9î Îlonê ji K24ê re ragihand, civînên wan ligel Encûmena Aborî ya Herêma Kurdistanê gelek baş in û têgihîştina wan a gelek baş li ser çareserkirina arîşeyên helawîstî heye.

Fuad Husên piştrast kir jî, civînên her du encûmenan dê piraniya pirsgirêkên darayî û aborî yên di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de çareser bikin.

Herwiha got: “Di civînan de, pirsên mûçe û bûdce, gumrik, peywendiyên bazirganî yên dualî, tomarkirina kompanyayan, veberhênan û çend mijarên din hatin gotûbêjkirin.”

Civînên her du encûmenan duhî Yekşemê li Hewlêrê dest pê kirin û îro Duşemê jî dê berdewam bin û li gorî zanyariyên K24ê, piştî temambûna civînên îro, şanda Iraqê dê serdana Serok Barzanî bike.

Fly Erbil Advertisment