Kurdistan24 hûrgiliyên lihevkirina Hewlêr û Bexdayê li ser çend mijaran aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Her du encûmenên Aborî yên Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçe û çend mijarên din li hev kirin.

Encûmenên wezarî yên Aborî yên Iraq û Herêma Kurdistanê 2 roj in li Hewlêrê dicivin û li gorî zanyariyên K24ê, her du alî li ser çend mijaran gihiştine rêkeftinekê û li ser çend mijarên din jî têgihiştinek baş heye.

Kurdistan24 zanî ku herdu encûmenan li ser van xalan li hev kirine:

- Komapanya divê tenê bacê bidin hikûmetekê, yan Hikûmeta Iraqê yan jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

- Çareserkirina kêşeyên veberhênanê yên herdu aliyan, ji bo vê mebestê jî şandeke Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hefteya bê serdana Bexdayê bike.

- Pirsgirêka mûçeyan tên çareserkirin û di vê çarçoveyê de, lîsteya mûçeyên meha Tebaxê îro yan sibe ji Bexdayê re tê şandin.

- Avakirina komîteyeke hevbeş ji bo rakirina xalên gumrikê di navbera bajarên Herêma Kurdistanê û bajarên Iraqê de.

Civînên her du encûmenan duhî Yekşemê li Hewlêrê dest pê kirin û îro Duşemê jî dê berdewam bin û li gorî zanyariyên K24ê, piştî temambûna civînên îro, şanda Iraqê dê serdana Serok Barzanî bike.

Wezîrê Derve yê Iraqê û Serokê Encûmena Wezarî ya Aborî ya Iraqê Fuad Husên îro 9î Îlonê ji K24ê re ragihand, civînên wan ligel Encûmena Aborî ya Herêma Kurdistanê gelek baş in û têgihîştina wan a gelek baş li ser çareserkirina arîşeyên helawîstî heye.

Fuad Husên piştrast kir jî, civînên her du encûmenan dê piraniya pirsgirêkên darayî û aborî yên di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de çareser bikin.

Herwiha got: “Di civînan de, pirsên mûçe û bûdce, gumrik, peywendiyên bazirganî yên dualî, tomarkirina kompanyayan, veberhênan û çend mijarên din hatin gotûbêjkirin.”