Pêşewa Hewramanî: Hewlêr û Bexdayê li ser hin pirsan lihev kir

Pêşewa Hewramanî
Pêşewa Hewramanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Rûniştinên Civata Wezarî ya Aborî ya Îraqê û Civata Aborî ya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê bidawî hatin. Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî radigehîne, “Hewlêr û Bexdayê li ser hin pirsan lihev kir”

Li dû zanyarên K24ê, rûniştinên Civata Wezarî ya Aborî ya Îraqê û Civata Aborî ya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê bidawî hatin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro (Duşem, 09.09.2024) ragehand, “Civata Wezarî ya Aborî ya Îraqê û Civata Aborî ya Herêma Kurdistanê li ser pirsa mûçeyan lihev kir ku, Hikûmeta Îraqê her meh mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne û li beranber jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta serê salê arêşeyên teknîkî çare bike.”

Civata Wezarî ya Aborî ya Îraqê û Civata Aborî ya Herêma Kurdistanê li ser çarekirina arêşeya mûçeyan û hejmareke pirsên din gehiştin lihevkirinê.

Ev ji bo dema du rojan bû ku rûniştinên Civata Wezarî ya Aborî ya Îraqê û Civata Aborî ya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê berdewam bûn. Li dû zanyarên K24ê, her du alî li ser hejmareke pirsan gehiştin lihevkirinê û herwesa hevfêmkirneke baş li ser hejmareke pirsên din jî heye.”

Li dû zanyarên K24ê, her du aliyan li ser van xalan lihev kiriye:

1.  Kompanî bacê tenê bidin yek hikûmetê; an Hikûmeta Îraqê an Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Yanî nabe baca dualî bimîne.

2.  Çarekirina arêşeyên weberhênanê yên her du aliyan. Ji bo vê meremê jî, li heftiya bê şandeke Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê.

3.  Arêşeya mûçeyan tê çarekirin û di wê çarçoveyê de, îro an sibe lîsta mûçeyên meha Tebaxê ji Bexdayê re tê şandin.

4.  Lijneyeke hevpar ji bo nehêlana zalgehên gomirkî di navbera bajarên Herêma Kurdistanê û Îraqê de bê pêkanîn.