Ragehandina rûniştina hevpar a Civata Wezarî ya Aborî û Civata Aborî ya Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Wezarî ya Aborî ya Îraqê di dema van her du rojan de civîna xwe ya asayî ya 28ê bi Civata Aborî ya Herêma Kurdistanê re li bajarê Hewlêrê lidar xist.
Di dema her du rojên rûniştinan de, danûstandin li ser hejmareke mijarên ji bo her du aliyan giring di navbera Hikûmeta Federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de di rewşeke vekirî û erênî de hatin kirin, ku hin ji wan biryar li ser hatin dan û ji bo yên din jî rasparde arasteyî Civata Wezîrên Îraqê hatin kirin, herwesa tekez li ser berdewambûna danûstandinan ji bo çarekirina wan pirsan hat kirin ên ku pêdivîtî bi civîn û hevdîtinên zêdetir heye.
Civata Wezarî ya Aborî biryar da ku raspardeyekê pêşkêşî Civata Wezîrên Îraqê bike, ji bo arastekirina Wezareta Darayî ya Îraqê ji bo çarekirin û şandina mûçeyên rawestandî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, yên ku ji ber temamnekirina bayometriyê hatibûn dûrxistin.
Herwesa danûstandin li ser hin pirsên girêdayî roznameya çandinê, destûra hinardekirin û hawirdekirinê, destûra kargehan, tomarkirina kompaniyan, vavartina belênderan, deriyên sinorî, gomirk, dozên petrol û enerjî û kertê bankan jî hatin kirin.
Raspardeyeke din a Civata Wezarî ya Aborî berdewambûna karkirina lijneyên hevpar ên navbera wezaret û kertên peywendîdar bû, ji bo temamkirina wan erkan ên ku jê re hatine spartin, pêxemetî gehiştina fêmkirina hevpar ku di berjewendiya hemî welatiyên Îraqê de be.
Civata Wezarî ya Aborî herwesa pêşniyara lidarxistina rûniştineke taybet û li ser astekê bilind dike, ji bo danûstandinan li ser dozên petrol û enerjî û deriyên sinorî û gomirkan.
Li dawiyê Civata Aborî ya Herêma Kurdistanê ji bo rûniştineke hevpar bi Civata Wezarî ya Aborî re li bajarê Bexdayê hat vexwandin.