Li Bexdayê teqînek çê bû, kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) - Serê sibeha îro li Bexdaya paytexta Îraqê teqînek çê bû, kuştî û birîndar hene.

Serê sibeha îro (Sêşem, 10.09.2024) ji ber teqînekê li devera Şuhleyê ya Bexdayê, du kes hatin kuştin û sê kes jî birîndar bûn.

Li dû zanyarên peyamnêrê K24ê li Bexdayê Dîlan Barzan, ew teqîn bi awayekî diyarkirî li taxa Selamiyatê ya devera Şuhleyê ya Bexdayê bû. ji ber wê teqînê, serbazekî artêşa Îraqê û şofêrekî “Tuk Tuk”ê hatine kuştin û sê kesên din jî birîndar bûn.

Ew teqîn li nêzî yek ji xalên pişkinînê yên artêşa Îraqê çê bû. Peyamnêrê K24ê got, “Şofêrê Tuk Tukê bombeyek kiribû di nav zerfekî de û dabû serbazekî artêşa Îraqê. Dema ku wî serbazî ew zerf vekir, ew bombe teqî û wesa ew serbaz û şofêr hatin kuştin.”

Fermandeyê Operasyonên Bexdayê Lîwa Welîd Temîmî ji medyayên navxweyî yên Îraqê re ragehand, “Ew rûdana ku li devera Selamiyatê ya bakurê Bexdayê çê bû li ser arêşeyeke civakî bû û teroristî nebû.”