Thomas Seiler: Em ji bo rûbirûbûna gendeliyê alîkariya Îraqê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozê Yekîtya Ewropayê li Îraqê radigehîne, “Yekîtya Ewropayê wekî erkê xwe pabendî alîkarîkirina Îraqê ye, ji bo rûbirûbûna gendeliyê û nedadperweriyê.”
Balyozê Yekîtya Ewropayê li Îraqê Thomas Seiler îro (Sêşem, 10.09.2024) li nav Korbenda Duyê ya Eebî ya Bihêzkirina Desthilatdariyê li Îraqê ragehand, “Yekîtya Ewropayê wekî erkê xwe pabendî alîkarîkirina Îraqê ye, ji bo rûbirûbûna gendeliyê û nedadperweriyê.”
Thomas Seiler herwesa got, “Ji bo mînak dema te kompaniyek hebe û tu pirekê çê bikî, dema tu hemî pêdivîtiyan pêşkêşî wezaretê dikî ji bo wî karî bikî lê peyman ji te re dernakeve û ji kesekî din re derdikeve, hingê gendelî peyda dibe. Ev ew mînak e ya ku ez dixwazim tekezê li ser bikim, ku gendelî li dezgehan û karên rotînî dest pê dike.”
Navbirî tekez jî kir, “Ez dixwazim piştevaniya xwe ji bo Serokwezîrê Îraqê ji bo rûbirûbûna gendeliyê tekez bikim. Me wekî Yekîtiya Ewropayê hemî deman ew yek ron kiriye ku pêdivî ye rûbirûbûna gendeliyê ji erkên pêşiyê be. Me tekez li ser rêkareke bihêz ji bo wê rûbirûbûnê kiriye.”
Balyozê Yekîtya Ewropayê li Îraqê ron jî kir, “Me li ser wê yekê kar kiriye ku ew rêkarên em bi cih tînin paşerojeke baş di rûbirûbûna gendeliyê de hebe, xasma jî rêkarên qanûnî û siyasî. Herwesa Perleman jî dikare qanûnan ji bo rûbirûbûna gendeliyê derbixe û hikûmet jî wan qanûnan bi cih bîne.”
Thomas Seiler eşkere jî kir, “Em gelek giringiyê didin wê yekê ku rûbirûbûna gendeliyê piralî û tevreng be, perleman û hikûmet û aliyên din jî pêkve kar bikin, ji bo ku em arêşeyan bi hev re çare bikin û em bikarin pêşkeftinê bi dest bixin.”