Herêma Kurdistanê û Qeter tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên bazirganî di navbera xwe de dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Cîgirê Yekem ê Serokê Encûmena Îdarî ya Qeterê tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên bazirganî di navbera her du welatan de kir, ji bo vê mebestê jî biryar e şandeke Qeterê di nava du mehên bê de serdana Herêmê bike.

Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Encûmena Îdarî ya Qeterê çend mijarên girêdayî veberhênana di navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê de gotûbêj kirin.

Di civîna di navbera Serokê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî û Cîgirê Yekem ê Serokê Encûmena Îdarî ya Qeterê Mihemed Bin Ehmed Bin Tewer El-Kewarî de, ku bi amadebûna hejmarek ji veberhênerên her du aliyan pêk hat, tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên bazirganî û aborî yên di navbera her du welatan de hate kirin û ji bo vê mebestê jî biryare di heyama du mehên bê de şandeke Qeterê serdana Herêma Kurdistanê bike.

Avakirina federasyoneke veberhênanê di navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê de, mijareke din ên gotûbêjan bû û aliyê Qeterê amadehî û xweşhaliya xwe di vê derbarê de nîşan da û tekez kir ku Herêma Kurdistanê ji bo veberhênana Qeterî di hemû waran de, jîngeheke guncaw e.