Xelkê Tirkiyeyê ji zêdebûna bûyerên tûndûdijiyê ne razî ne
Stenbol (K24) – Li Tirkiyeyê pirsgirêkên debara jiyanê û aboriyê bûye yek ji sedemên diyar a tûnd û dijitiyên civakî û ji ber vê yekê rojane bûyerên kuştin û şelandinê rû didin û bikaranîna çekên bêmohlet ber bi zêdebûnê ve ye. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê rojane girtina gelek tohmetbarên rêxistinê tawanê radigihîne lê ev e jî nikare rê li ber van bûyeran bigre. Çavdêrekî siyasî ku 25 malan li Herêma Kurdistanê jiyaye tekez dike ku, Kurdistan ji gelek welatên wekî Tirkiyeyê û cîhanê aramtir û ewletir e.
Li Tirkiyeyê pirsgirêkên civakî yên wekî zêdebûna kuştinan, bûyerên dizî û şelandinê û firotin û bikaranîna maddeyên hişbir ber bi zêdebûnê ve ye û ev yek jî tirs û nerazîbûneka ciddî di nava xelkê wî welatî de dirûst kiriye. Welatî di wê baweriyê de ne ku sedema sereke ya van pirsgirêkan hejarî, birçitî û nebûna dadperweriyê ye.
Welatî: “Niha dizî gelek heye, sedema wê birçîbûn e. Heke xelk têr bûya dizî jî nedibû. Aborî gelek girîng e. Heke aboriya te têk biçe dê dizî jî, kuştin jî leşfiroşî jî zêde bibe.”
Welatî: “Pirsgirêkên aboriyê dê pêşiyê xelkî birçî bike, kuştin û dizî û bûyerên tûnd û dijitiyê jî dê pey wê re bên, wisa ye. Ez van bûyeran asayî dibînim. Ji ber ku, hejar û birçî gelek in. Bila zikê wan were têrkirin bila ew jî diziyê nekin.”
Welatî: “Berê bûyerên tund û dijitiyê gelek kêm bûn lê niha serê girtiye û zêde dibe. Çima? Ji berk u mirovê birçî, êrîşkar e. Dikare êrîşê herkesî bike û çi tehemûla wî jî namîne.”
Yek ji encamên herî xirab a helawsanê ya li welatekî têkçûna nirxên civakî ye dibêje çavdêrekî siyasî û di wê baweriyê de ye ku heta Tirkiye pirsgirêkên xwe yên aboriyê çareser neke dê bûyerên tund û dijtiyê jî her zêde bibin. Ew çavdêrê siyasî gelek salan li Herêma Kurdistanê jî maye û dide zanîn ku, Herêma Kurdistanê ji aliyê asayîş û aramiya xwe ve ji gelek welatên cîhanê çêtir e.
Çavdêrê siyasî Zana Sezen: “Ez 25 salan li Herêma Kurdistanê jiyam, asayîş û aramiya wir li gor standartên cîhanê ye û jixwe Hewlêr yek ji aramtirîn pênc bajarên cîhanê ye û min ev e him cihekî xwendibû û bi çavê xwe jî dîtibû. Ji aliyê asayîş û aramiyê ve Herêma Kurdistanê ji Tirkiyeyê jî ji gelek welatên cîhanê çêtir e. Min rojek nedît li Kurdistanê geştiyarek an jî biyanek rûbirûyê êrîşekê bûbe.”
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê mirov dikare bêje rojane jinavbirina rêxistineka tawanê û desteseririna berpirsên wan rêxistinan radigihîne. Lê li vir cihê pirsiyarê ye ev qas rêxistinên tawanê kengê û çawa ava bûn ku îro xelkê Tirkiyeyê gazindeka zêde ji wan dike.