Encûmena Wezîran pêşwazî li biryar û pêşniyarên civîna encûmenên aborî yên federal û Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 11ê Îlonê bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.
Di destpêka civînê de, serokwezîr amaje bi wê da ku em îro 63 saliya şoreşa mezin a Îlonê bi rêbertiya Barzaniyê nemir bibîr tînin, ku şoreşeke neteweyî ya gelê Kurdistanê bi hemû pêkhateyan bû, ji bo parastina mafên xwe yên rewa.
Piştre jî mijara sereke ya civînê hat pêşkêşkirin ku gotûbêjkirina encamên civîna hevbeş a Encûmena Wezarî ya Federalî ji bo Karûbarên Aborî û Encûmena Aborî ya Herêma Kurdistanê ku di 8-9ê Îlonê de li Hewlêrê hatibû lidarxistin, bû ku tedbîr û pêngavên cîbicîkirina biryar û pêşniyarên civîna hevbeş a wezaret û ofîsên taybet ên hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibin gotûbêjkirin, da ku ti behaneyek ji Wezareta Darayî ya Federal re nemîne ku dayîna mûçeyan bide sekinandin û paşde bixe.
Encumena Wezîran pêşwazî li biryar û pêşniyarên di civîna hevbeş a her du encûmenan de kirin û biryara civîna duh a Encûmena Wezîran a Federalî kir, ya derbarê berdewamiya Wezareta Darayî ya Federalî li ser dayîna mûçeyên wan karmendên Herêma Kurdistanê ku bi sedema nebûna (hejmara kar) ji wergirtina mûçeyên xwe bêpar mane.
Encûmena Wezîran tekezî li ser wezaretên peywendîdar kir ku erkên xwe cîbicî bikin, bi taybetî jî berdewam bin li ser temamkirina rêkarên danasîna jimareyên kar bo wan karmendên bi mûçe ku heta niha nehatine tomarkirin û berçavgirtina têbînîyên din. Lîsteya nû ya mûçeyên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmara karên wan dê di zûtirîn dem de ji Wezareta Darayî ya Federal re were şandin û li hember de jî divê hikûmeta federal mûçeyên mehên borî yên ku hatibûn rawestandin, bişîne, da ku mûçeyên meha Tebaxê li Herêmê dabeş bike û amadekariyên pêwîst ji bo mûçeyên meha Îlona îsal ên weke deverên din ên Iraqê bike.
Piştre Wezîrên Bazirganî û Pîşesazî, Kar û Karûbarên Civakî, Çandinî û Çavkaniyên Avê, Navxweyî, Çavkaniyên Xwezayî, Plandanîn û Dadê mijarên ku bi hevtayên xwe yên di hikûmeta federal de gotûbêj kirine pêşkêş kirin ku her du encûmenên aborî li ser mijarên têkildarî salnameya çandiniyê, moleta hinardekirinê, moletên kargehan, qeydkirina şîrketan, dergehên sînorî, gumrik, neft, enerjiyê û karta bankî civîneke hevpar gihîştin hevtêgihîştinê.
Encûmena Wezîran wezîrên peywendîdar raspardin ku karê komîteyên hevbeş di navbera wezaret û sektorên pêwendîdar ên her du hikûmetan de berdewam bin, ji bo temamkirina wan raspardeyên ku pê hatine erkdarkirin, da ku di çarçoveya destûrê de bigihin têgihîştina hevbeş di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku atmosfera erênî û têgihîştina ku di civînan de hatiye gotûbêjkirin, bibe destpêkek ji bo çareseriyeke bingehîn ji bo hemû pirsgirêkên hilawîstî yên di navbera her du aliyan de mane. Tekez jî kir ku Herêma Kurdistanê dê wek her carê li ser erkên xwe berdewam be û li hember jî dixwaze rêz li mafên destûrî û qewareya federalî ya Herêma Kurdistanê bê girtin.
Di dawiyê de Encûmena Wezîran Encûmena Aborî ya Herêma Kurdistanê rasparde ku pêşniyarên civîna xwe ya hevbeş li gel Encûmena Wezarî ya Aborî ya Federalî pesend bike û amadekariya civîneke hevbeş ligel Encûmena Wezarî ya Aborî li Bexdayê bike, ji bo berdewamkirina civîn û rûniştanan ji bo gihîştina bi çareseriyên guncayî ji pirsgirêkên mayî re.