Serokomarê Îranê sibe serdana Herêma Kurdistanê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro 11ê Îlonê bi serdaneke fermî gihîşt Bexdayê û biryar e sibe jî serdana Herêma Kurdistanê bike.
Konsulê Îranê li Silêmaniyê Mihemed Mehmûdiyan di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, Serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan dê serdana Herêma Kurdistanê bike û li Hewlêrê bi rayedarên payebilind ên Herêmê re bicive.
Li gor planê, sibê pêncşemê Serokomarê Îranê û şanda pê re dê serdana Hewlêrê bikin.
Mehmûdiyan got: “Serdana Serokomarê Îranê bo Herêma Kurdistanê, peyameke girîng e ji bo hemû aliyan. Pêwendiyên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de kûr, dîrokî, şaristanî û çandî ne.”
Herwiha got: “Serokomarê Îranê îro ji çend medyayên Herêma Kurdistanê re ragihand, peywendiyên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de baş in û em hewl didin wan peywendiyan baştir bikin.”