Mesrûr Barzanî: Em berdewam dibin bi pêşxistina pêwendiyên cîrantiyê bi Îranê re

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî dilxweşiya xwe bo serdana Serokkomarê Îranê bo Hewlêrê nîşan da û tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên dualî kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 12ê Îlonê li hejmara xwe ya tora civakî “X” peyamek belav kir û tê de dilxweşiya xwe ya li ser hevdîtina bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re li Hewlêrê nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Em berdewam dibin bi pêşxistina pêwendiyên xwe yên cîrantiyê li ser bingeha rêzgirtina dualî û berjewendiyên hevpar.”

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro 12ê Îlonê gihîşt Herêma Kurddistanê û li Serokatiya Herêma Kurdistanê, bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiya. Piştre jî bi awayekî cuda bi Serok Mesûd Barzanî re civiya.

Piştî hevdîtinan; Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bersiva çend pirsên rojnamevanan dan.

Pizîşkiyan derbarê armanca serdana xwe bo Hewlêrê de bi Kurdî ji rojnamevanan re got: “Em hatine ji bo baştirkirina peywendiyên xwe bi Iraq û Herêma Kurdistanê re.”

Herwiha Serokkomarê Îranê got jî: “Pişt bi Xwedê em ê hemû pirsgirêkên ku heta niha hebûn, bi temamî ji holê rakin.”