Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê ti carî nabe çavkaniya metirsiyê li ser Îranê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê kir, Herêma Kurdistanê ti carî nabe çavkaniya metirsiyê li ser Îran û welatên cîran.
Li gorî daxuyanyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 12.09.2024ê li Balefirgeha Navdewletî ya Hewlêrê pêşwaziya birêz Mesûd Pizîşkiyan Serok Komarê Îslamî ya Îranê û şanda pê ra kir.
Piştre di civînê da ku, bi amadebûna birêzan; Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Dr. Fuad Hisên Wezîrê Derve û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û berpirsên pilebilind yên her du aliyan, Serok Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe li hember vê serdanê nîşan da û yekem serdana Serokomarê Komarê Îslamî ya Îranê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê weke peyameke bihêz ya dostane di navbera her dualiyan da wesif kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwesteke Herêma Kurdistanê ya ji bopêşxistina peywendiyan û berfirehkirina hevkariyên hevpar bi Komara Îslamî yaÎranê ra di hemû waran de nîşan da û bal kişand ser wê yekê ku gelê Kurdistanê hertim rêz û hurmetê ji piştevanî û hevkariyên Komara Îslamî ya Îranê di rojên dijwar da digre.
Ji aliyê xwe ve Serokkomarê Îranê kêfxweşiya xwe bi serdana Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û tekez li ser wê yekê kir ku, Komara Îslamî ya Îranê girîngiyê bi peywendiyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re dide û dixwaze di hemû waran da peywendiyên xwe digel wan baştir bike û pirsgirêk û astengiyên li pêşiya wan peywendiyên ku hene ji holê rakin.
Her du aliyan pêwendiya dostane û yên dêrîn yên Îranê digel Herêma Kurdistanê di warên siyasî, civakî û çandî da bilind nirxandin. Piştre birêzan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîr behsa asta niha ya têkiliyên aborî û tevgera bazirganî û çawaniya berfirehkirina wan û warên hevkariyên hevbeş di navbera wan da kirin.
Di vê hevdîtinê da çendîn mijarên ku di berjewendiya her du aliyanda ne hatin gotûbêjkirin û behsa girîngiya parastina aramî û seqamgiriya navçeyê kirin û di vê çarçoveyê da tekez li ser wê yekê jî kirin ku, Herêma Kurdistanê ti carî nabe çavkaniya metirsiyê li ser Îran û welatên cîran û bitemamî pêdagirê rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê da ye.
Piştî hevdîtinê, Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê û şanda pê ra digel aliyên siyasî, pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê civînek pêk anîn ku, têda behsa girîngiya peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Îranê ra dewlemendiya civakên pir olî û pir neteweyî kirin û her du aliyan tekez li ser aştî, pêkvejiyan, yekrêzî û biratiya di navbera gelê navçeyê û tevahiya pêkhateyan kirin.