Balyozxaneya Amerîkayê: Komên çekdaran êrîşî Komelgeha Piştevaniya Diplomasî li Bexdayê kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê komên alîgirên Îranê bi “êrîşkirina li ser Komelgeha Piştevaniya Diplomasî li Bexdayê” tometbar dike, Sêşema borî jî tekez kir ku wan “mafê wê yekê heye bergiriyê ji xwe bike.”
Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê îro (În, 13.09.2024ê) di beyannameyekê de ragehand, “Li roja Sêşemê, 10ê Îlona 2024ê, êrîşî ser Komelgeha Piştevaniya Diplomasî li Bexdayê hat kirin ku, dezgeheke diplomasî Amerîkayî ye.”
Herwesa di wê beyannameyê de hatiye, “Li dû belgeyan, ew êrîş ji aliyê milîşyayên hevpeymanên Îranê ve hatiye kirin, ku bi azadî li Îraqê kar dikin.”
Her di wê beyannameyê de amaje hatiye dan, “Hikûmeta Îraqê çend caran pabendbûna xwe bi parastina nûnerîtiyên diplomasî û herwesa wan karmendên serbazî yên Amerîkayê diyar kiriye yên ku li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê li wî welatî ne. Em careke din daxwazê ji Hikûmeta Îraqê dikin ku diplomasî û hevpeymaniyan biparêze.”
Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê tekez jî kir, “Em tekez dikin ku me maf heye li her cihekî cîhanê bergiriyê ji xwe bikin û kitekesên xwe biparêzin.”
Piştî şerê Xezzeyê, komên çekdaran zêdetirî 70 caran êrîş kiriye ser bingeh û baregayên hêzên Amerîkayê li Îraq û Sûriyeyê. Li beranber jî, Amerîkayê gelek caran êrîşên tund kirine ser komên çekdaran.