Dehlekî: Pêşmerge hêzeke destûrî ye
Dehlekî: Pêşmerge bi kiryar dilgermiya xwe ji bo parastina ewlehiya Îraqê û hemî pêkhateyan selimandiye
Navenda Nûçeyan (K24) - Endamekî Civata Nûnerên Îraqê radigehîne, “Pêşmerge bi kiryar dilgermiya xwe ji bo parastina ewlehiya Îraqê û hemî pêkhateyan selimandiye.”
Endamê Civata Nûnerên Îraqê û Serokê Hevpeymaniya Ezim Reed Dehlekî li Diyalayê li ser pêgeh û rolê hêza Pêşmergeyên Kurdistanê peyamek parve kir û tê de got, “Hêza Pêşmerge bi tekista destûrî hêzeke ewlehî ya Îraqî ye û piştevana artêşa Îraqê ye, bi kiryar dilgermiya xwe ji bo parastina ewlehiya Îraqê û û gelê wê bi hemî pêkhateyên wê yên cuda cuda ve selimandiye.”
Reed Dehlekî herwesa nivîsiye, “Hêza Pêşmerge tevlî şerê li dijî rêkxistina terorsitî ya DAIŞê bû û gelek şehîd dan û mizayedeyan li ser aliîgiriya wan ji bo welatî nekin.”
Ew peyama Nûnerê Parêzgeha Diyalayê Reed Dehlekî li Civata Nûnerên Îraqê ji bo gotinên Serokê Partiya Teqedumê Mihemed Helbûsî bersiv e, ku li dijî hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û pirçekkirina wan axiftiye.
Her di bersiva gotinên Helbûsî de, Berdevka Baregayê Barzanî Xalîda Xelîl jî di peyamekê de li ser tora civakî ya Xê nivîsiye, “Pêşmerge hêzeke rêkxistî ye û di serdemekê de ji bo bergirîkirina ji jiyaneke şkomendane û axa Kurdistanê peyda bûye, herwesa Pêşmerge hêmayê ewlehî, seqamgirî û aştiyê ye.”
Berdevka Baregayê Barzanî herwesa amaje da, “Pêşmerge li dijî yek ji hovtirîn rêkxistinan ku DAIŞ bû şer kir û şehîd dan, hêzeke rêkxistî ye ne ku hêzeke taîfî ye heta hûn li dijî pirçekkirina wê rawestin.”
Dijatîkirina Kurdan ew drûşm e yê ku, eger siyasiyên Îraqê bixwazin postekî an jî destkeftiyekî bi dest bixin, penayê bo wê dibin û bi wê rêyê bizavê dikin bigehin armancên xwe.