Hejmara kuştî û birîndarên êrîşa eliktironî ya li ser Libnanê bilind bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê amajeyê bi bilindbûna hejmara kuştî û birîndarên teqîna îro ya welatê xwe dide, ku ji ber êrîşa eliktironî ya li ser amûrên betel ên Peycerê hatibû kirin.
Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê îro (Sêşem, 17.09.2024) ragehand, “Hejmara kuştî û birîndaran gehiştiye 11 kesan, herwesa hejmara birîndaran jî ji bo çar hezar kesan bilind bûye ku birînên çar sed ji wan kesan giran in.”
Wezareta Derve ya Libnanê îro (Sêşem, 17.09.2024) ragehandinek li ser teqîna amûrên betel ên endamên Hizbulaha Libnanî parve kir û zêdebarî şermezarkirinê ragehand, “Ev pêşhateke metirsîdar e.”
Wezareta Derve ya Libnanê herwesa di pareke din a ragehandina xwe de got, “Em dê li ser vê êrîşê skalayê li Civata Ewlehiyê ya Navdewletî tomar bikin.”
Ajansên nûçeyan jî parve kir, “Piştî nîvroya îro (Sêşem, 17.09.2024) li çend deverên Libnanê hejmareke teqînan çê bû, di encamê de bi dehan kes birîndaran bûn û bi lez ji bo nexweşxaneyan hatin veguhastin.”
Çavkaniyekê ji Hizbulaha Libnanî jî ragehand, “Helwagiriya Israîlê kariye derbazî nav amûrên me yên peywendiyê bibe.” Herwesa Ajansa Niştîmanî ya Libnanê jî ron kir, “Helwagiriya Israîlê derbazî nav amûrên betel ên ji cûnê Peycerê yên endamên Hizbulahê bûye, ku amûrekî biçûk e û ji bo peywendiyan bi kar tê. Ji ber teqîna wan amûran jî ku di destên endamên Hizbulahê de bûn, bi dehan endamên Hizbulahê birîndar bûn.”
Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê ji aliyekî din ve rewşa herî zêde ya amadebaşiyê ragehand û daxwaza hawarhatina bilez û bez dike.
Ajansa Mihriyê ya Nûçeyan a Îranî jî ragehand, “Ji ber teqîna amûrê peywendîkirinê ku ji cûnê Peycerê bû, Balyozê Îranê li Libnanê Mucteba Emanî birîndar bû.”