Xemîs Xencer: Em pêşwaziya gelê Kurd li awareyên Sune qet ji bîr nakin

Xemîs Xencer
Xemîs Xencer

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê ya Sunî ragehand, “Em helwesta gelê Kurd di serederiya wan a birayane û mirovane de li beranberî Suneyan li sala 2014ê qet ji bîr nakin û bilind dinirxînin.”

Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê ya Sunî Xemîs Xencer îro (Pêncşem, 19.09.2024) li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê peyamek bi her du zimanên Kurdî û Erebî parve kir ku tê de nivîsiye, “Me ew pêşwazî libîr e ya ku birayên me li Herêma Kurdistanê li sala 2014ê li wan bi milyonan Erebên Sune kir, yên ku ji ber terorê û kiryarên serbazî aware bûbûn. Ew pêşwazî bi biryareke mirovî û dîrokî ji birayê me Mesûd Barzanî bû.”

Xemîs Xencer amaje jî da, “Em helwestên gelê Kurd ji serederiya wan a birayane û mirovane bi kesûkarên me yên aware re diparêzin û rêzê lê digirin û herdem behs dikin.”

Navbirî ron jî kir, “Nabe hisabên berteng ên partîtiyê û destkeftiyên partîtiyê di ser wan nirxên exlaqî û helwestên şerefmendane de bin, û divê di serederîkirina me li gel hemî pirsan de di çarçoveya yek niştîman de xala destpêkeke serekî be.”