Amerîka gefên sepandina sizayî li ser bankên Tirkiyeyê dike

Alayên Tirkiye û Amerîkayê
Alayên Tirkiye û Amerîkayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Amerîka dawî haydariyê dide Tirkiyeyê û agehdar dike, eger destan ji serederîkirina bi Rûsyayê re bernede, dê sizayî li ser çend bankên wê bisepîne.

Ajansa TASSê ya Rûsyayê ji zarê çavkaniyeke bilind a Tirkiyeyê eşkere dike, “Şandeke Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê li Tirkiyeyê ye û bi berpirsên darayî yên wî welatî re civiyane.”

Li dû nûçeya wê ajansê, wê şanda Amerîkayî gefên sepandina sizayî li ser bankên Tirkiyeyê kirine, eger li ser serederîkirina bi Rûsyayê re di warê bazirganî û bankan de berdewam be.

Pêştir jî medyayên Tirkiyeyê parve kiribû, “Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê bi awayekî fermî haydariya Amerîkayê gehandiye berpirsên Enqereyê ku destan ji serederîkirina bi Rûsyayê re berdin.”

Ev di demekê de ye ku berî niha jî Amerîkayê sizayên sivik li ser çend kompaniyên Tirkiyeyê sepandine, ji ber ku hêsankarî ji bo kompaniyên Rûsyayê kirine ku ji sizayên abvorî yên rojavayê derbaz bibin.