HSDê 28 endamên DAIŞê li Heseke, Reqa û Dêrazorê girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên HSD û asayişê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, 28 endamên DAIŞê di heyama 20 rojên borî de girtin.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji destpêka vê mehê ve, gelek operasyon li gundên Heseke, Reqa û Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞê kirine.
Diyar kir jî, di van operasyonan de 28 endamên vê rêxistinê terorist hatin girtin.
Li gorî Rewangehê, ev operasyon bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hatine kirin.
Şaneyên DAIŞê bi berdewamî êrîşan dikin, kemînan datînin û mîn û bombeyan vedidin ku dibin sedema kuştin û birîndarkirina sivîl û şervanên HSD û asayişê.
HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji Adara 2019an ve, piştî kontrolkirina bajarokê Baxozê, dawî devera di destê DAIŞê de li Sûriyeyê, dest bi qonaxa dûvçûn û lêgerîna li şaneyên DAIŞê yên razayî kiriye.