Amerîka.. Şandeke Wezareta Pêşmerge tevlî hejmareke civînan dibe

Alayên Herêma Kurdistanê û Amrîkayê
Alayên Herêma Kurdistanê û Amrîkayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê ye û tevlî hejmareke civînên giring dibe.

Ev çend roj in ku şandeke Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr li Amerîkayê ye.

Çavkaniyekê ji Wezareta Pêşmerge ji malpera K24ê re ragehand, “Armanca wê serdanê pêşxistina peywendiyên serbazî yên navbera Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê û Herêma Kurdistanê ye, her du alî dixwazin peywendiyên xwe ji hemî aliyan ve pêş bixin.”

Wê çavkaniyê amaje jî da, “Ew şanda Wezareta Pêşmerge li Waşintonê tevlî hejmareke civînên giring ên hevpar di navbera Amerîka û Îraq û Herêma Kurdistanê de dibe.”

Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê li roja 06.09.2024ê hejmareke topên Hawîtzer û çekê giran pêşkêşî Wezareta Pêşmerge kir, paşî di merasîmekê de ew çek da destê her du fermandeyên hêzên piştevaniya 1 û 2 û Wezareta Pêşmerge.

Wê çavkaniyê herwesa ragehand, “Berpirsên Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê piştevaniya xwe ji bo hêzên Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de tekez kiriye, dana çekên giran û topên Hawîtzer jî delîlên wê rastiyê ne.”

Fly Erbil Advertisment