Serokkomarê Îraqê: Kertê tendirusdtiyê li Herêma Kurdistanê pêş keftiye
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Îraqê di hevdîtinekê de bi Wezîrê Tendirusdtiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re amajeyê dide ku, kertê tendirusdtiyê li Herêma Kurdistanê bi tevaya xizmetkariyên xwe ve pêş keftiye.
Serokê Komara Îraqê Dr. Letîf Reşîd îro (Yekşem, 22.09.2024) li bajarê Bexdayê pêşwaziya Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzincî kir.
Di wê hevdîtinê de ku Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa jî tê de amade bûbû, zêdebarî diyarkirina spasî û rêzan ji bo pêşveçûnên kertê tendirustiyê û xizmetkariyên tendirustiyê li Herêma Kurdistanê ji bo welatiyan, Serokkomarê Îraqê dilxweşiya xwe ji bo peywendiyên mukom û hevahengî û karên hevpar bi Tendirustiya Îraqê re diyar kir.
Dr. Letîf Reşîd herwesa bal kêşa ser çend xizmetkariyên pizişkî wekî peydakirina amûr û pêdivîtî û jêrxaneya tendirustî û nexweşxaneyên nû û pêşkeftina warê tendirustî û bilindiya ast û şiyanên pizişkî li Herêma Kurdistanê tevî çend têbîniyan li ser pêdivîtiyên sîstema tendirustiyê û warê çareseriya pizişkî û peristarî û rahênanan û zêdetir bilindkirina astê şiyanan û wergirtina şarezayî û ezmûnên serkeftî di vî warî de.
Saman Berzincî jî ji aliyê xwe ve rewşa tendirustî û kar û çalakî û xizmetkariyên tendirustî û çaksaziyên warê tendirustî û dermanan li Herêma Kurdistanê berçav kirin, tevî behskirin û destnîşankirina arêşe û asteng û daxwaziyên girêdayî tendirustiya aware û penaberan û kempan û nexweşên derveyê Herêma Kurdistanê bo nav Herêma Kurdistanê û pêdivîtiyên dermanan û pêdivîtiyên pizişkî, zêdebarî dabînkirin û çakkirina amûrên pizişkî û pişka budceya tendirustî ji budceya hakîme li Îraqê, herwesa hevahengîkirina ji bo rêkarên çaksazîkirinê di warê derman û pêdivîtiyên pizişkî de ji bo tomarkirin û pişkinîn û hawirdekirin û dana destûriya bikaranînê li kertê giştî, xasma jî tevlîkirina herêmê di pirojeyên niştîmanî yên dabînkirina xizmetkariyên tendirustî û pirojeyên pêşkêşkirinê û qerzên navdewletî ji bo çêkirina nexweşxaneyan û terxankirina derman û pêdivîtiyên pizişkî ji bo Herêma Kurdistanê.