Mesrûr Barzanî: Hejmara Min alîkariya nehêlana gendeliyê û spîkirina pereyî dike

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Me di Kabîneya Nehê de çend çaksaziyên giring kirine û em petrol û gazê nakin yekane çavkaniya dahatê, herwesa min bizavên cidî ji bo hemerengkirina çavkaniyên dahatê kirine.” Tekez jî kir, “Hejmara Min alîkariya nehêlana gendeliyê û spîkirina pereyî dike.”

Kanalên El-Erebiye û Hedes para duyê ya danûstandinên taybet bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re parve kir. Serokwezîr Mesrûr Barzanî di vê parê de behsa çend pirsên navxweyî yên Herêma Kurdistanê dike, ji aliyê aborî, weberhênan, kertê bankî, rûbirûbûna gendeliyê û aloziyên deverên sinorî.

Mesrûr Barzanî di derheqa hemerengkirina çavkaniyên dahatê de radigehîne, “Piştî ku erkê serokatiya Kabnîeya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi min hat dan, min bizaveke cidî kir ku çavkaniyên dahata aborî ya Herêma Kurdistanê hemereng bikim. Bala me tenê li ser enerjiyê nîne, yanî em tenê wekî yekane çavkaniya dahata Herêma Kurdistanê berê xwe nadin petrol û gazê.”

Navbirî amajeyê jî dide, “Me pêxemetî zêdekirina xizmetkariyan ji bo xelkê Herêma Kurdistanê çend çaksaziyên giring kirine, yên herî giring jî dîjîtalkirina xizmetkariyan û sîstema bankan û rêkxistina xizmetkariyan û kêmkirina xerciyên hikûmetê û dubare rêkxistina karûbarên hikûmetê bi awayekî zanistî li ser bingeha data û zanyarên durist.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser gendelî û dana bertîlan li kertê weberhênanê jî dibêje, “Bi çi rengan gendelî û bertîl qebûlkirî nînin, me hemî bizav kirine ku rêyê li hemî reftarên neqanûnî û berevajî qanûna werberhênanê bigirin. Eger weberhênerekî jî belgeyeke haşahelnegir heye ku biselimîne serederiyeke nesaxlem pê re hatiye kirin, hikûmet amade ye lidûçûnê ji bo wê pirsê bike û piştevaniyê bike ku rêyê li gendeliyê bigire.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezê jî dike, “Em li ser çaksaziyê û rûbirûbûna gendeliyê rijd in, tevî ku ev mijar hind hêsan nîne û bi şev û rojekan nayê çarekirin. Tiştekî rewa ye ku me hemî armanca xwe nehingavtibe, lê her çawa be em rêyê nadin berdewamiya gendeliyê. Me heta radeyekî baş rê li vê mijarê girtiye û me şerê gendeliyê jî kiriye û em xemsariyê jî di çi bizavên binbirkirina gendeliyê de nakin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser alozî û rûbirûbûnên li deverên sinorî amajeyê dide, “Me ji ber rûbirûbûnên serbazî yên îro nekariye hemî gundan avedan bikin. Piraniya xelkê van deveran xwediyên candaran in û cotyar in û nekariye vegerin deverên xwe û feydeyî ji zevî û xwezaya deverên xwe werbigirin. Ez hêvîdar im em vegerin û aştiyê û ewlehiyê pêşkêşî wan deveran bikin, şer û rûbirûbûn bidawî bên û rêz li desthilata Herêma Kurdistanê û serweriya Îraqê bê girtin û em weberhênanê vegerînin deverê.”

Mesrûr Barzanî herwesa ronahiyê berdide ser pirojeya Hejmara Min û dibêje, “Mixabin aborê Îraqê pişta xwe bi bingeha pereyê nextîne ve girê dide. Me li Herêma Kurdistanê pirojeya Hejmara Min ragehandiye, ji bo ku welatî çi li kertê giştî bin an jî yê taybetî, bibin xwediyên hejmarên xwe yên bankî. Feydeyên vê mijarê jî gelek in û gelek xizmetkariyan pêşkêşî welatiyan dike, wekî dana qerzan.”

Navbirî tekezê jî dike, “Ji bilî wê yekê jî, ev piroje alîkariya nehêlana gendeliyê û spîkirina pereyî dike û derî li ber sûka cîhanî vedike. Me daxwaz ji bankên destûrdayî yên Banka Navendî ya Îraqê kiriye ku tevlî vê pirojeyê bibin.”

Fly Erbil Advertisment