Şingal.. Berê binyatî ji bo nexweşxaneyeke 100 textî hat danan

Navenda Nûçeyan (K24) - Li qezaya Şingalê berê binyatî ji bo nexweşxaneyeke 100 textî hat danan û Berdevka Firaksiyona PDKê li Civata Nûnerên Îraqê ragehand, “Gojimê çêkirina vê nexweşxaneyê 77 milyar dînar in û biryar e di dema du salan de bê temamkirin.”
Îro (Yekşem, 22.09.2024) bi amadebûna Parêzgerê Neynawayê Ebdulqadir Dexîl û Berdevka Firaksiyona PDKê li Civata Nûnerên Îraqê Viyan Dexîl, Serokê Lijneya Tendirustî li Civata Nûnerên Îraqê Macid Şingalî, Endamê Civata Nûnerên Îraqê Mehma Xelîl û hejmareke berpirsên hikûmî û îdarî, berê binyatî ji bo pirojeya nexweşxaneyeke 100 textî li Şingalê hat danan.
Parêzgerê Neynawayê di derheqa çêkirina vê nexweşxaneyê de gotarek xwand û tê de ragehand, “Ev piroje di çarçoveya budceya hikûmeta xwecihî û bernameya Hikûmeta Federalî de bû, ji bo vegerandina jiyanê ji bo qezaya Şingalê bi rêya avedankirin û dabînkirina xizmetkariyan, bi armanca bileztirkirina vegeriyana awareyan ji bo ser mal û halên wan.”
Ebdulqadir Dexîl tekez jî kir ku, ew dê bi xelkê Şingalê re bin ji bo wergirtina mafên wan bi rêya qerebûkirinê û xwedîtiya xaniyên wan.
Berdevka Firaksiyona PDKê li Civata Nûnerên Îraqê Viyan Dexîl jî ji K24ê re ragehand, “Biryar e ev nexweşxane di dema du salan de bê temamkirin û gojimê çêkirina wê jî 77 milyar dînar in.”
Viyan Dexîl herwesa got, “Me wekî Firaksiyona PDKê li Civata Nûnerên Îraqê tevaya bizavên xwe kirine ku ji budceya Hikûmeta Federalî gojimê çêkirina vê nexweşxaneyê bê terxankirin, û spas ji Xudê re bizavên me cihê xwe girt.”
Berdevka Firaksiyona PDKê li Civata Nûnerên Îraqê amaje jî da ku, dê ji bo xizmeta qezaya Şingalê û xelkê wê li ser bizavên xwe berdewam bin.