Kompaniyeke Fransayî: Derfetên baş ên weberhênanê li Kurdistanê hene

Navenda Nûçeyan (K24) - Yekemîn Korbenda Aborî ya Fransa û Kurdistanê îro (Duşem, 23.09.2024) bi hevahengî di navbera Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bizava Aborî ya Fransayê de li Parîsê bi rê ve diçe.
Ehmed Benacî yê Serperiştê Kompaniya Kilêrê ya Fransayî, ku di warê keresteyên avakirinê de li Herêma Kurdistanê weberhênanê dike, di wî warî de ji K24ê re ragehand, “Em bi pêşwazîkirina li şanda Kurdistanê bo Fransayê dilxweş in. Em di warê keresteyên avakirinê de kar dikin, herwesa me komeke kargehên mezin li Silêmanî û Çemçemalê çê kiriye.”
Ehmed Benacî amaje jî da, “Kurdistanê ji aliyê aborî ve şiyaneke gelek baş heye, herwesa derfetên baş ên weberhênanê jî tê de hene ku mimkin e kargeh lê bên çêkirin.” Herwesa got, “Em li Hewlêr û Dihokê jî dest bi karî dikin, em dê bizavê bikin li sernaserî bajar û bajarkên Kurdistanê jî kar bikin.”
Navbirî ron jî kir, “Karkerên baş û madeyên baş li Herêma Kurdistanê hene ku em dikarin feydeyî jê bibînin, heta em dikarin berhemên xwe bişînin bajarên din ên Îraqê jî, ji ber ku em dizanin berhemê Îraqê gelek baş nîne.” Herwesa got, “Heta 10 an 15 salên din em dikarin berhemên xwe ji Herêma Kurdistanê hinardeyî derveyê welatî jî, ji ber ku me lêkolînên baş li ser ax û jîngeha Kurdistanê kirine.”
Serperiştê Kompaniya Kilêrê ya Fransayî tekez jî kir, “Em hatine vê korbendê ji bo ku alîkariya bazirganên Kurd bikin, herwesa karkirina bihevre di navbera kargehên Fransa û Herêma Kurdistanê de peyda bikin, ji ber ku pêdivîtiya sûka Îraqê bi keresteyên avakirinê zêdetir e.”
Ehmed Benacî eşkere jî kir, “Me komeke kompaniyên Fransayî heye ku dixwazin bên Herêma Kurdistanê, herwesa Herêma Kurdistanê jî pêdivîtî bi desteya teknolojî û kereseteyên avakirinê heye, lewma jî ev korbend gelek baş in.”