Meha bê Herêma Kurdistanê tevlî Pêşangeha Navdewletî ya Çandinê ya Fransayê dibe

Mihemed Şikrî
Mihemed Şikrî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Meha bê Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî tevlî mezintirîn pêşangeha navdewletî ya çandinê ya Fransayê dibe û çend berhemên xwemalî û organîk ên Kurdistanê li wê pêşangehê berçav dike.”

Serokê Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şikrî îro (Duşem, 23.09.2024) li nav Korbenda Aborî ya Fransa û Herêma Kurdistanê li Parîsê ji K24ê re got, “Tevlîbûna di Korbenda Aborî ya Fransa û Herêma Kurdistanê de bi Pêşangeha Navdewletî ya Çandinê ya Fransayê re deriyekî baş ji bo berfirehkirina pîşesazî û weberhênan û berbazarkirina berhemên Herêma Kurdistanê li paşerojê vedike.”

Mihemed Şikrî li ser yekem Korbenda Aborî ya Fransa û Herêma Kurdistanê got, “Ya ku niha heye korbenda pîşesaz û bazirganên mezin ên derveyê Fransayê ye, derfeteke ji bo pilaneke mukom li ser çawaniya giringîdana bi peywendiyan li paşerojê, ji ber ku di vê korbendê de hejmareke kompaniyên Fransayî amadebûna xwe diyar kiriye ku tevlî weberhênanê li Herêma Kurdistanê bibin û feydeyî ji şiyan û taybetmendiyên weberhênana Herêma Kurdistanê werbigirin.”

Navbirî ron jî kir, “Karên roja yekê ya korbendê gelek baş bi rê ve çûn, danûstandin li ser her sê kertên pîşesazî, çandin û geştyariyê hatin kirin, ku di çarçoveya giringîdan û pilanên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de ne, ji bo ku ev kert zêdetir bên pêşxistin.”

Serokê Desteya Weberhênanê eşkere jî kir, “Her îro jî peymaneke weberhênanê di navbera kompaniyeke Herêma Kurdistanê û kompaniyeke Fransayê de tê îmzakirin.”

Fly Erbil Advertisment