Mesrûr Barzanî: Nabe mûçe û mafê Herêma Kurdistanê wek kart û fişareke siyasî bên bikaranîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 25ê Îlonê bi Serok û endamên Komîteya Darayî ya Parlamentoya Federal re civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bixêrhatina şanda mêvan kir û amaje bi giringiya vê serdanê kir û hêvî xwast ku ev serdan bibe sedema zelalkirina zêdetir a pirsên girêdayî bi maf û şayesteyên darayî yên Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkan.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê pabendî bi cîbicîkirina erkên xwe ye û daxwaza parastina mafên xwe dike wek çawa di madeyên destûrê de hatine ku hemû jî weke xwe û weke pakêtekê bê cîbicîkirin.

Serokwezîr tekez kir jî, eger niyazpakî, rêzgirtin, rêzgirtin û berçavgirtina sîstema federalî û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê re hebe, pirsgirêk dê bi hêsanî çareser bibin. Got jî: “Em dixwazin baştirîn pêwendiyên me bi hikûmeta federal re hebin û divê em hemû kar ji bo xizmetkirina welatiyên xwe bikin.”

Herwiha Serokwezîr tekezî li ser wê yekê jî kir ku nabe mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê weke kart û fişareke siyasî were bikaranîn. Ji ber wê jî divê bi awayekî dadperwerane riftar bi Herêma Kurdistanê re bê kirin û wek hemû navçeyên din ên Iraqê, maf û şayestiyên darayî yên Herêma Kurdistanê bê astengî û pirsgirêk bên dayîn. Pêwîst e Herêma Kurdistanê jî wek hemû navçeyên din ên Iraqê, li gor yasaya bûdceya federalî, mafê wê ya wergirtina karmendên nû hebe.

Di beşeke din a civînê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir ku bi sedema rawestandina petrola Herêma Kurdistanê, zêdetir ji nozdeh milyar dolar ziyan gihîştiye Herêma Kurdistanê û bûdceya federalî. Ji ber wê jî divê di zûtirîn dem de hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dest pê bike û di heman demê de kar li ser derxistina yasaya federalî ya petrol û gazê bê kirin.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Kurdistanê tekez kir ku armanca serdana komîteya darayî, çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi awayekî cidî û bingehîn e, bi taybetî pirsgirêkên darayî. Ji bo vê mebestê jî dê du rojan li Hewlêrê hevdîtinên xwe yên ligel aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam bikin.