Îmarat ciwanên Kurd fêrî kodkirin, jîriya destçêkirî û şarezahiya dîjîtalî dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şandeka dewleta Îmaratê tekez li ser xurtkirina hevkariya di navbera herdu aliyan de kir û zêdetirî 30 pêşengiyan ragihandin, bi rêya wergirtina feydeyî ji şarezahiyên Îmaratê di warên sîstema birêvebirinê û baştirkirina asta hikûmetê de.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 21ê Cotmeha 2025ê) ragihandinek weşand û tê de amaje da: “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeka dewleta Îmaratê kir, ku Alîkarê Wezîrê Karûbarên Encûmena Wezîran ji bo Lihevguhertina Ezmûn û Kêbirkêyan Ebdila Nasir Lutah serokatiya wê dikir.
Di wê ragihandinê de hatiye ku, Serokwezîr Mesrûr Barzanî rêzên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo alîkarî û piştgiriyên berdewam ên dewleta Îmaratê û bi taybetî Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayid Al Nehyan û Cîgirê Serok û Serokwezîrî Şêx Mihemed bin Raşid Al Mektûm ji bo bicihanîna ezmûna hikûmî û tevlîkirina şarezahiyên xwe bi rayedarên Herêma Kurdistanê re diyar kirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got: “Di dema danûstandinan de, tekez li ser xurtkirina alîkariyê di navbera herdu aliyan de hat kirin û zêdetirî 30 pêşengiyan ragihandin, bi wergirtina feydeyî ji şarezahiyên Îmaratê di warên sîstema birêvebirinê û baştirkirina asta hikûmetê de, ku dê ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê daşbordeka navendî dabîn bike da ku çavdêriya pêşketinan di hemî wezaretan de bike û herwesa dê biryardanê baştir û berpirsyarîtiyê jî bihêztir bike.”
Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da: “Pêşengiya kodnivîsên Kurdistanê jî hat ragihandin, ku armanca wê perwerdekirina 30 hezar ciwanan di warê kodnivîsîn, jîriya destçêkirî û şarezahiya dîjîtalî de ye, ku dê şiyanên nifşê bê yê dahêner û xwedankar li Kurdistanê xurttir bike.”
Di wê ragihandinê de herwesa hatiye gotin: “Şanda Îmaratê bal kêşa ser armanca serdana xwe, ku destnîşankirina warên hevkariya dualî ye, wekî stratejiya dîjîtalîkirina hikûmetê, pêşbîniya paşerojê, veberhênan û aborî, çavdêriya tenduristiyê, guherîna keşûhewayê, balafirvanî, pêşxistin û avakirina şiyanên mirovan û zêdetir xurtkirina têkiliyên dualî.