Rêber Ehmed û berpirsên payebilind ên Îranê rewşa ewlehiya deverê nîqaş kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, ew di serdana xwe ya Îranê de bi Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê û Wezîrê Derve yê Îranê re civiyane û li ser peymana ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê de û tenahiya deverê nîqaş kirine.
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li ser tora civakî ya Xê nivîsiye: “Di çarçoveya serdana me ya fermî ji bo Komara Îslamî ya Îranê de, em îro (Sêşem, 21ê Cotmeha 2025ê) bi Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî re civiyan.”
Rêber Ehmed herwesa gotiye: "Me di wê civînê de li ser xurtkirina alîkariyên ewlehiyê yên hevpar û şopandina bicihanîna peymana ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê de nîqaş kirin."
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî daye: “Em di serdana xwe de bi Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî re jî civiyan û me li ser xurtkirina têkiliyên dualî, tenahiya deverê û peymana ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê de nîqaş kirin.”
Continuing our official visit to the Islamic Republic of Iran, we met with Foreign Minister Mr. Abbas Araghchi to discuss enhancing bilateral relations, regional stability, and Iraq-Iran security agreement. pic.twitter.com/eME8QS8Fka
— Rêber Ahmed (@RayberAhmed) October 20, 2025
As part of the official visit to the Islamic Republic of #Iran, we met today with Mr. Ali Larijani, Secretary of Iran’s Supreme National Security Council, discussing strengthening joint security cooperation and following up on the implementation of the security agreement between… pic.twitter.com/svV9rDPBcT
— Rêber Ahmed (@RayberAhmed) October 20, 2025