Serok Barzanî: Hewlêr penageha hemî lêqewimî û azadîxwazan e

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî îro (Sêşem, 21ê Cotmeha 2025ê) li bajarê Hewlêrê bi hejmareka xelkê Hewlêrê re civiya.
Serok Barzanî di gotarekê de kêfxweşiya xwe ji bo wê hevdîtinê diyar kir û ragihand: “Dema ku em behsa Hewlêrê tê kirin, behsa dîroka vî welatî ya bi hezaran salan tê kirin û îro Hewlêr paytext e û cih û penageha her lêqewimî û azadîxwazekî ye.”
Serok Barzanî di gotara xwe de behsa hilbijartinên gera şeşê ya Encûmena Nûnerên Iraqê kir û amaje da: “Her hilbijartinek girîng e û ji bo me tiştekêî prensîbî ye û em li wê bawerê ne ku divê milet biryarê li ser çarenivîsa xwe bide, mîna ku min li Adara 1991ê di dema serhildanê de li Koyeyê daxwaz kir ku hilbijartin bên kirin û milet bi xwe biryaran xwe bide.”
Serok Barzanî tekez jî kir ku, divê hilbijartin bi awayekî paqij û zelal di hawirdoreka tena de bên kirin.
Serok Barzanî herwesa behsa qonaxên hilbijartinan li Iraqê ji sala 2005ê heta niha kir û tevî şîroveyên xwe li ser qanûna hilbijartinan a heyî ya Iraqê, tekez kir ku ew dê ji bo berjewendiya giştî tevlî hilbijartinan bibin û hêvî xwast ku piştî hilbijartinan guhertin bên kirin û xelkek bê ku hest bi berpirsyarîtiyê bike û arêşeyan çare bike.
Serok Barzanî ji kesên amadebûyî re got: “Helwest û raya we pir girîng in û her tişt li ber çavên we ye. Hûn ji bo Hewlêr, Kurdistan û Iraqê çi baş dibînin, wê biryarê bidin.”
Serok Barzanî li ser karwanê avedanî û projeyên xizmetkariyan jî got: “Gelek proje hatine bicihanîn. Ev ne minet e û karê hikûmetê ye. PDK ji bo xizmeta vî miletî hatiye damezrandin. Her tiştekê PDK ji bo vî miletî û ji bo Hewlêrê bike, hîn jî kêm e.”
Serok Barzanî her di wê gotarê xwe de behsa helwesta merdane û dostane ya xelkê Hewlêrê di dema pêvajoya Enfala Barzaniyan û Enfala 1988ê de jî kir û got: “Dilovaniya xelkê Hewlêrê qet nayê jibîrkirin û heta ku em hene em qerdarên we ne.”
Serok Barzanî herwesa ragihand: “Hewlêr bajarê pêkvejiyanê ye. Çanda pêkvejiyanê çandeka dewlemend e û em pê serbilind in. Ew li derve û li hemî navendên navneteweyî di destên me de bihêztirîn çek bûye, ku em pê serbilind in û divê ev çand ji bo nifşên paşerojê zêdetir bê kûrkirin û bihêzkirin.”
Serok Barzanî di derheqa têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî ragihand: “Me difikirî ku piştî sala 2003ê dê derfeteka zêrîn dê ji bo her Iraqiyekî hebe ku maf û erkên xwe bi dest bixe. Ji ber vê yekê em çûn Bexdayê û me bi hemî niyetên baş me bizav kir heta ku destûr di sala 2005ê de hat amadekirin, ku tiştên erênî ji bo wê demê, niha û paşerojê jî têra hindê tê de hene ku bên kirin û feyde jê bê dîtin. Em piştgiriyê didin wê destûrê, lê mixabin ew ji hêla hikûmeta Bexdayê ve nehat bicîhanîn. Niha jî gelek tiştên têkildarî Herêma Kurdistanê bi qanûnên serdema rejîma Beisê tên birêvebirin.”
Serok Barzanî di derheqa wê yekê de jî ku Iraq welatekê pirnetewe, pirol û piralî ye jî behsa bizavênm ji bo bicihkirina mafên pêkhateyan di destûrê de kir û ragihand: “Eger Kurd neban, niyeta wan nebû ku ew bend di destûrê de çespandiban.”
Serok Barzanî hêvî kir ku, hemî alî vegerin destûrê û pirsgirêk bên çareserkirin û mafên destûrî û qanûnî yên gelê Kurdistanê êdî neyên binpêkirin.
Serok Barzanî her di wê civînê de tekez li ser berdewamiya biratî û pêkvejiyanê kir û di wê çarçoveyê de behsa Şoreşa Îlonê kir ku Ereb, Xiristiyan û Tirkmen di serokatiya şoreşê de bûn.
Serok Barzanî di derhqa rewşa Kurdistanê û mijara avakirina hikûmeta nû de tekez jî kir ku, divê hikûmeta nû berî hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê bê avakirin.
Serok Barzanî di pareka din a wê civînê de behsa projeyên stratejîk ên ku li Herêma Kurdistanê tên bicîhanîn kir, bi taybetî jî çêkirina bendavan ku dê bandoreka mezin li ser parastina avê li Kurdistanê û rûbirûbûna krîza avê di paşerojê de hebe.
Serok Barzanî herwesa tekez li ser parastina jîngehê û pêşxistina çanda parastina jîngeh jî kir.
Serok Barzanî li dawiyê spasiya kesên amadebûyî kir û ragihand: "Em ji Hewlêrê û Hewlêriyan fêrî rewişt, mirovdostî û merdîniyê dibin."