Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyan li navçeya Şiyê belav dike

Efrîn (K24) – Di çarçoveya piştgirî û destpêşxeriyên berdewam ên ji gelê Efrînê ên ku vedigerin ser mal û milkên xwe re, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyên mirovî li ser malbatên hejar ên navçeya Şiyê belav kirin.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî piştî derbasbûna Efrînê piştî erdheja Sibata 2023an, hemû ji bo alîkarî û piştevanîkirina welatiyan hejar ên wê herêmê dike.

Endamke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê dibêje: “Em wek Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê, em berdewam in bi projeya alîkariya malbatên ku vedigerin cih û warê xwe. Îro jî em li navçeya Şiyê ne û em alîkariya xelkê ku vedigerin dikin.”

Welatiyekî navçeya Şiyê dibêje: “Em vegeriyane ser axa xwe, çêtir e ku em li ser axa xwe bin. Rewşa deberê îdare ye û spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Serok Barzanî dikin ku alîkariyê ji me re dişîne.”

Welatiyekî din dibêje: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî vê xizmetê ji miletê me re dikin, em spasiya wan dikin. Milet bi hewceyî alîkariyê ye.